Li Lazîqiyê şerê çeteyên Tehrîr Şam û hêzên hikumeta Şamê

Li gundewarê bakurê Lazîqiyê çeteyên “Tehrîr Şam” êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û di navbera her du aliyan de şer derket.

Li Lazîqiyê şerê çeteyên Tehrîr Şam û hêzên hikumeta Şamê
14 ÇILE, 2023   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên Tehrîr Şam êriş bir ser nuqeyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Nehşebe ya gundewarên bakurê Lazîqiyê û bi çekên giran di navbera her du aliyan de şerên dijwar derketin. Hat ragihandin ku di şer de kuştî û birîndar çêbûne.

Çeteyên Tehrîr Şam li dijî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, di demên dawîn de êrişên xwe li ser nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li herêma “bêçek” zêde kirine.