​​​​​​​Du jiyanên bê bînahî 7 zarok 29 nevî

Mihemed Salih ê 85 salî û Hemdiye Îsmaîl a 70 salî 53 sal in zewicî ne û çavên herduyan jî nabînin. Di nava zor û zehmetiyên jiyanê de 7 zarok û 29 nevî mezin kirine.

​​​​​​​Du jiyanên bê bînahî 7 zarok 29 nevî
14 ÇILE, 2023   04:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Mihemed Salih li gundê Ehmediyê yê navçeya Stewrê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di sala 1938`an de çavê xwe li dinyayê vekirine.

Salih di 4 saliya xwe de bi komek zarokan re diçe ser çem û melevaniyê dike, lê piştî ji avê derdikeve çavên wî diêşin û piştî demekê kul dibin. Dayika Mihemed Salih wî dibe cem jineke ku li derdorê wekî nojdar tê naskirin û hinek dermanan li çavên wî didin. Lê piştî 15 rojan her du çavên wî êdî bi temamî nabînin. Ji ber ku rewşa aborî ya malbatê ne baş e, nikarin wî bibin nexweşxaneyê.

Malbata Salih di biçûkaniyê de navê wî li dibistana gund tomar dikin, lê ji ber ku ders bi zimanê tirkî bûn, Mihemed nexewst bidomîne û terikand.

Piştî ku bavê wî û xwîşka wî jiyana xwe ji dest dan, Mihemed Salih li gel dayika xwe derbasî Qamişlo bû û li taxa Qidûrbeg bi cih bû. Dayika wî bi karê çandiniyê û yê malan Mihemed Salih xwedî kiriye.

Mihemed Salih di 22 saliya xwe de bi Hemdiya Îsmaîl a ji navçeya Amûdê re zewicî û 7 zarokên wan (4 kur, 3 keç) çêbûne. Piştî ku dayika Mihemed Salih jî dimire, ew û hevjîna xwe derbasî Amûdê, li maleke yek odeyî ya taxa Şermola (Kurtê) bi cih bûne. Li vir jî bi alîkariya cîranan zarokên xwe xwedî kirine. Her wiha Mihemed Salih hinek caran ji bo peydakirina şîr û xwarina zarokan bi tena xwe çûye bajarê Qamişlo û alîkarî xwestiye.

Mihemed Salih ê ku di zarokatiya xwe de bi alîkariya hevalên xwe agahiyên giştî (têkildarî, cîhan, dîrok û hwd) fêr bûye, navên hemû dewletan û paytextên wan dizane. Lewma wekî Ebo Ewasim (Bavê Paytextan) tê naskirin. Çend caran jî li gel hevalên xwe sardana Şam, Iraq û Bakurê Kurdistanê kiriye.

BAV TU ZAROK, DAYIKÊ 4 ZAROKÊN XWE BI ÇAVAN NEDÎTINE

Hemdiye Îsmaîl jî piştî ku 3 zarokên wan çêbûn, bi nexweşiya tansiyona çavan ketiye û bînahiya herdu çavên xwe winda kiriye. Lewma 4 zarokên xwe yên ku piştî nexweşiya wê hatine dinê, nedîtine. Mihemed Salih jî tu zarokên xwe bi çavên xwe nedîtine. Hemdiye Îsmaîl bi taybetî 4 zarokên xwe di nava zehmetiyek mezin de xwedî kirine. Cîranên wan di mijara xwedîkirina zarokan û dabara jiyanê de gelekî alîkariya wan kiriye.

NIHA ZAROK Û NEVIYÊN WAN LÊ DINÊRIN

Salih û Hemdiye ku ev 53 sal in zewicî ne, hemû zarokên xwe zewicandine û niha 29 neviyên wan hene. Herdu niha di odeyeke biçûk de li kêleka mala kurê xwe dimînin. Pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bi alîkariya zarok û neviyên xwe bicîh tînin.

Hemdiye Îsmaîl dibêje ku zarokên xwe nabîne, ev ji bo wê bûye hesretek, lê bi bihîstina dengê wan jî keyfxweş e.

ANHA