'Ji bo Rêber Ocalan em ê her li qadan bin’

Dayikên şehîdan li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da û got “Mafê me ye ku agahiyê ji rêberê xwe bigirin. Em ê ji bo vê jî her li qadan bin.”

'Ji bo Rêber Ocalan em ê her li qadan bin’
14 ÇILE, 2023   01:43
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLUL

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dayikên şehîdan ên ji Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Dayika şehîd Gulan Gulo û Mihemed Gulo, Cîhan Gulo diyar kir ku li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan mirovahî bê deng e û got: “Heke bi rastî ji bo mirovahiyê têdikoşin, bila bi erkên xwe yên ji bo Kurdan rabin.”

Cîhan Gulo da zanîn ku dewleta Tirk a qirker li dijî gelan bi salan e kiryarên dermirovî dide meşandin, divê dewleta Tirk bê darizandin.

Li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan jî Cîhan Gulo got: “Em agahiyê ji rêberê xwe nagirin. Agahî wergirtin mafê me yê xwezayî ye.”

Dayika şehîd Şivan Îsmaîl, Necah Sayîd jî got: “Bi têkoşînê heta roja îro hatiye, bi têkoşîna li hemberî planên dijminan encax em dikarin bi ser bikevin. Ji bo azadiya serokê xwe ya fîzîkî jî divê em li ber xwe bidin.”

Dayika Xeyriya Xelef ku xwişka şehîd Ferhad Xelef e, diyar kir ku ji mafê her kesî ye ku agahiyê ji serokê xwe bigire, mafê Kurdan jî heye ku bi rêberê xwe re bijî û got: “Serokê me bi salan li Îmraliyê girtî ye û tecrîd li dijî wê tê meşandin. Divê bi rêberê me re hevdîtin bê çêkirin.”

Dayika Şehîd Rûken, Şewafa Tahîr jî heviyên xwe yên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û wiha got: “Hêviya me ew e ku em bi rêberê xwe re bijîn. Hetanî em bi serokê xwe re nejîn, serokê me bi fîzîkî azad nebe, em ê nekarin rehet bijîn. Em ê her li qadan bin.”

ANHA