​​​​​​​‘Dewleta Tirk ji destpêka îsal ve êrişên xwe zêdetir kirine’

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û got hêzên wan amade ne bersiva êrişan bidin.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk ji destpêka îsal ve êrişên xwe zêdetir kirine’
14 ÇILE, 2023   00:50
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsa û kantona Girê Spî zêde kirine. Di encama van êrişan 3 salên borî de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da, her wiha ziyanên mezin ên madî gihaştin binesaziya herêmê, di serî de stasyonên avê û kehrebeyê.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer li ser rewşa dawîn a eniyên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî agahî dan.

Wîsam El Omer anî ziman ku ji destpêka êşirên dagirkirinê yê 9ʹê Cotmeha 2019ʹan ên li ser Girê Spî ve, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên ewle yên gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ranewestandine.

El Omer da zanîn ku ji destpêka 2023ʹyan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên nêzî eniyên şer zêdetir kirine û got: “Di van êrişan de hemû cure çekên sivik û giran bi kar tînin, malên welatiyan dikin hedef da ku wan neçarî koçberiyê bikin.”

El Omer destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker lawazkirina ewlehiya herêmê, zêdekirina qada dagirkeriyê ye û belavkirina terorê ye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di dawiyê de anî ziman ku hêzên wan amade ne bersiva hemû hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ne û soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da.

ANHA