​​​​​​​Nerazîbûna li hember ambargoyê zêde dibe

Şêniyên Kobanê bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoya li taxên ser Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê rake.

​​​​​​​Nerazîbûna li hember ambargoyê zêde dibe
13 ÇILE, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Kobanê ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûsd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê ferz kiriye, şermezar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku guh bide daxwazên gel.

Welatiyê bi navê Omer Mistefa got: "Hikumeta Şamê careke din zîhniyeta xwe ya kevnar a ku ji zêdetirî 50 salî ve pêkhateyên gelê Sûriyeyê westandine, eşkere dike. Ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê nîşaneya vê yekê ye ku dixwaze rewşê vegerîne beriya sala 2011ʹan."

Mistefa diyar kir ku ew serî ji tu kesî û siyasetên ambargoyê re natewînin û got: "Bi yekitî û hevgirtina xwe em ê ambargoya li ser xwişk û birayên xwe bişikînin."

Welatiyê bi navê Elî Pîro jî anî ziman ku hikumeta Şamê îflas kiriye û ji bilî siyaseta dorpêçê tiştek li pêşiya wê nemeya ku bihêle şênî daxwazên wê qebûl bike û got: "Hikumeta Şamê şaşiyan dike. Bi berxwedana şêniyên li herêmên dorpêçkirî dê planên wê têk biçin."

Elî Pîro destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi rêya siyasetên dorpêçkirina taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê hewl dide zextê li Rêveberiya Xweser bike da ku daxwazên wê bi cih bîne û got: "Hikumeta Şamê baş dizane ku şêniyên van herêman xwedî li rêveberiya xwe derketine."

ʹDIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ GUH BIDE DAXWAZÊN GELʹ

Welatiyê bi navê Nedîm Daşo anî ziman ku hikumeta Şamê li şûna ku alîkariya şêniyan bike, sotemenî û derman li ser wan qut kirine, ji ber vê yekê şênî li ber serma û birçîbûnê bê parastin mane.

Daşo bang li hikumeta Şamê kir ku tavilê ambargoyê rake û guh bide daxwazên gelê Sûriyeyê.

ANHA