Mihemed Berkel: Bêyî hesabpirsîna ji dewleta Tirk DAIŞ bi dawî nabe

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel anî ziman ku mijara têkbirina çeteyên DAIŞʹê girêdayî hesabpirsîna ji dewleta Tirk e, ji ber ku destekê dide wan.

Mihemed Berkel: Bêyî hesabpirsîna ji dewleta Tirk DAIŞ bi dawî nabe
14 ÇILE, 2023   03:32
MINBIC- ŞIRÎN SERXAN

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel, têkildarî zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li ser herêmê ji ANHAʹyê re axivî.

Mihemed Berkel got: "Hinek dibêjin ku çeteyên DAIŞʹê li baregeha xwe ya dawîn ya li Baxozê hatin tunekirin, lê di rastiyê de DAIŞ fikrekî nûjen dibe û bi rê û rêgazên cuda derdikeve.”

Berkel diyar kir ku madem hin alî desteka madî û mirovî didinê, wê DAIŞ tune nebe û wiha domand: “Madem hin siyasetên navneteweyî hene sûdê ji fikrên rêxistina DAIŞʹê digirin, ev rêxistin bi dawî nebûye. Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker jêdera vê rêxistinê ye, delîla vê yekê ew e ku dewleta Tirk sînor xwe, balafirxane û otêlên xwe ji bo DAIŞʹê vekirin û desteka dane wan heta ku gihaştin xaka Sûriyeyê.”

Mihemed Berkel diyar kir ku divê hesab jî dewleta Tirk bipirse ku destekê dide DAIŞʹê bê pirsîn û axaftina xwe wiha domand: "Hemû nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirker jêder û piştevanî sereke yê çeteyên DAIŞʹê ye. Ji ber vê yekê divê hêzên navneteweyî biryarekî li dijî dewleta Tirk bidin. DAIŞ wekî hêz li ser erdê hatiye tunekirin, lê fikrê wê hîna li bakurê Sûriyê û Iraqê heye. Ji delîlê kiryarên terorîst ên çeteyên DAIŞʹê, destpêka 2022ʹyan çeteyên DAIŞ êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kirin da ku çeteyan ji girtîgehê birevînin. Ev êriş bi planeke îstîxbaratî hatibû kirin. Ev dide diyarkirin ku hin alî hene destekê didin vê rêxistinê.”

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişa dawîn a çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê û got: "Vê dawiyê me dît şaneyeke çeteyên DAIŞʹê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê kir. Her êrişeke terorî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çeteyên DAIŞʹê di ragihandinê de digire ser xwe."

Berkel her wiha operasyona ewlehiyê ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a 29ʹê Kanûna 2022ʹyan a paqijkirina Hol û Til Hemîsê ji şaneyên terorê bi bîr xist û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gel ji ber fikr û cûdên DAIŞʹê gelek azar kişand. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ wekî rêxistina herî xeternak li ser erdê dibîne. Em şêniyên herêmê hemû tedbîrên ewlehiyê digirin da ku aramiya herêmên xwe mîsoger bikin. Li hemberî hemû êrişên li ser herêmên me, em ê piştgiriyê bidin hêzên xwe.”

ANHA