Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir.

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
13 ÇILE, 2023   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo çûna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.

22 meh in agahî ji Rêber Ocalan nayê stendin.