​​​​​​​Li Derayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dewam dikin

Bi sedan şêniyên bajarê Casim ê Derayê li dijî hikumeta Şamê daketin qadan û banga hilweşandina rejîmê û berdana girtiyan kirin.

​​​​​​​Li Derayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dewam dikin
13 ÇILE, 2023   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Casim, Mizêrîb, Xebaxib, Senemên, Dadil û Til Şihab ên parêzgeha Derayê bi sedan kes li dijî hikumeta Şamê daketin qadan.

Xwepêşanderan banga hilweşandina rejîmê, serbestberdana girtiyên di zîndanên hikumeta Şamê de û qewitandina milîsên Îranî ji herêmê kirin. Li hember van daxwazan jî hikumeta Şamê bêdeng e.

Çavdêr  hişyarî didin ku eger hikumeta Şamê di vê bêdengiya xwe de bidome û çareseriya rastî paşguh bike dê rewş hîn xerabtir bibe, nexasim ku li herêmê aloziya aborî û debarê her ku diçe dijwartir dibe.

(mh)