Gerîla li Zapê bi çekên giran li dagirkeran xist

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xist.

Gerîla li Zapê bi çekên giran li dagirkeran xist
13 ÇILE, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên dawîn ên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiya li herêma Zapê û êrişên dewleta Tirk a dagirker wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

12'ê Çileyê saet di 12:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, ji serê sibehê heta êvarê 13 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Çileyê zeviyên Gundê Sêdarê yê Garê û qada Golka ya Metînayê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."