Çalakiyên HRE’yê: 5 leşker, polîsek û 10 çete hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Çalakiyên HRE’yê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. HRE’yê da zanîn ku di navbera 28’ê Kanûnê û 8’ê Çileyê de gelek çalakî kirine û 5 leşker, polîsek û 10 çete hatin kuştin.

Çalakiyên HRE’yê: 5 leşker, polîsek û 10 çete hatin kuştin-HAT NÛKIRIN
13 ÇILE, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyeke nivîskî da. HRE’yê ev agahî parve kirin:

“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Di 28’ê Kanûna 2022’yan de, di herêma Babê li hember dagirkeran 2 çalakiyên taybet hatin lidarxistin. Di encama van her du çalakiyan de polîsek û 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha vîncek hat rûxandin, seyareyek jî hat derbkirin.

Di 3’yê Çileyê de, li hember baregeha artêşa Tirk ya li gundê Kîmarê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Di 8’ê Çileyê de, li herêma Şehbayê dema komek çeteyên dagirker hewl da êrişî heremên me bikin, bersiva wan hat dayîn. Di encamê de 2 çete birîndar bûn. Di vê bûyerê de 3 zîncîrên BKC û 3 jarjorên AK-47 ketin destê hêzên me.

Di 10’ê Çileyê de, li herêma Babê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de dîsa li herêma Babê di encama çalakiyeke din de jî 3 çete hatin kuştin. Doçkayek 14.5 hat rûxandin. Dîsa di heman rojê de li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li herêma Ezazê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de li herêma Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek birîndar bû.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 5 leşker, polîsek û 10 çete hatin kuştin, 2 leşker û 6 çete jî birîndar bûn.”