​​​​​​​Aloziya tunebûna dermanan li herêmên hikumeta Şamê dewam dike

Li gel berdewamkirina aloziya jiyanî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, derman gelekî biha bûne. Her wiha şîrê zarokan jî kêm tên dîtin.

​​​​​​​Aloziya tunebûna dermanan li herêmên hikumeta Şamê dewam dike
13 ÇILE, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi berdewamkirina aloziyên jiyanî û bihabûna madeyên xurek û kel û pelên bingehîn li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, bihabûna dermanan û kêmbûna wan, welatiyan bi fikar dikin. Nexasim ku hikumeta Şamê çareseriyan an jî plansaziyên pêwîst nabîne.

Dermanên nexweşiyên dil, şekir, penceşêr, epîlepsî û gelekên din û şîrê zarokan biha bûne û gelekî kêm bûne.

Wezareta Bazirganiyê û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê qutiyê şîrê zarokan ê 400 mm kir 18 hezar lîre, şîrê Kekoz jî 18 hezar û 300 lîre. Hemwextî wê gelek cureyên şîrê zarokan di dermanxaneyan de nayên dîtin. Lê di sûka reş de bi du qatî tên dîtin.

Xwediyên depoyên dermanan û gelek dermanfiroş destnîşan kir ku ji zêdetirî 3 hefteyan ve şîrê zarokan li cem wan nemaye û nikarin peyda bikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li Humsê jî dermanê şekir însulîn nema peyda dibe. Heke hebe jî bi zêdetirî 60 hezar lîre tê firotin. Li aliyekî din nirxê gelek cureyên din biha bûne. Dermanê kuxik û înfuluenzayê gihaştiye derdora 10 hezaran.

(şx)