Li Rojhilat û Îranê çalakî dewam dikin

Li Rojhilat û Îranê çalakî dewam diTevî kuştin û darvekirinan jî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê bê navber dewam dike.kin

Li Rojhilat û Îranê çalakî dewam dikin
13 ÇILE, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Bi taybet hêrsa gel a dijî darvekirinên xwepêşanderan roj bi roj mezin dibe.

Li gorî daxuyaniyek Navenda Raperînê ya Gelê Şoreşgerî ya Kurdistanê, ji bo balê bikêşin ser darvekirinan, wê îro li ser torên civakî kampanyayek were destpêkirin. Tê gotin di saet 20:00’an de wê dijî darvekirinan kampanya dest pê bike.

Herwiha 500 çalakvanên siyasî, sivîl, akademesyen û rojnamevan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşanî cezayên darvekirinan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em banga rawestandina tundiya sîstematîk û dawî anîna cezayê darvekirinan ya li ser xwepêşanderan dikin. Bang li rayedarên dewletê dikin rumeta welatiyan biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye heya niha dewleta Îranê cezayê darvekirinê bi ser 112 kesan de biriye û heya niha 4 kes hatine darvekirin.

Tevî hemû nerazîbûnan jî dewleta Îranê ti gavek ji bo demokratîkbûna welat navêje. Li hemberî vê tevî girtin, darvekirin, îşkenceyê jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li kolananin.