2 çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di operasyoneke wan a li navçeya Sabxa ya Dêrazorê de 2 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

2 çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê hatin kuştin
13 ÇILE, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku di operasyoneke hêzên wan de li rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 10`ê Çileyê de Yekîneyên Antîterorê (YAT) operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Operasyon bi tevlêbûn û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dar ketiye. Destpêkê tevgera şaneyê li navçeya Sabxayê şopand ku destekê dide terorê û tev li pêkanîna kiryarên terorîst li Dêrazorê dibe.

Di operasyonê de YAT`ê bi ser malekê de girt ku 2 çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de veşartibû. Bang li wan kir ku teslîm bibin lê wan red kir. Yek ji wan hewl da bireve û yê din gule avêtin hêzên me. Di encamê de bi hêzên me re bi hev ketin û her du terorîst hatin kuştin û kembereke teqemeniyê hate teqandin.

Di operasyonê de hêzên me 2 demançe û gelek fîşek desteser kirin.

(şx)