HRW: Desthilata Îranê zêdetirî 15 hezar xwepêşandar girtine

Human Rights Watch da zanîn ku dewleta Îranê ji bo tepisandina xwepêşandanan hêzeke kujer bi kar aniye. Bi sedan çalakvan bi tawanên nerast girtine û di dadgehên neheq de cezayên darvekirinê li wan dibire.

HRW: Desthilata Îranê zêdetirî 15 hezar xwepêşandar girtine
13 ÇILE, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora 2023`yan ku Human Rights Watch (HRW) derxistiye û di beşa Îranê de hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşandêran di helwestên aştiyane û qerebalix de, çek bi kar anîne.

Lêkolera ji Îranê ku di rêxistinê de kar dike Tara Sepehrifar got pergala zordest a Îranê hêza hovane li dijî xwepêşandêran bi kar tîne. Divê dewletên din bi taybet ên başûr, fişarê li van desthilatdaran bikin û hesabpirsînê ji wan, misoger bikin.

Rêxistinê bîlançoya serhildana li dijî rejîma Îranê eşkere kir ku heta Cotmeha 2022`yan 341 xwepêşandêr hatine kuştin û di nava wan de 52 zarok hene. Rêxistinên hiqûqî yên din jî ragihand ku zêdetirî 500 kes hatine kuştin.

Rêxistinê di rapora xwe de nivisî ku dewleta Îranê zêdetirî 15 hezar xwepêşandêr destgîr kirine û bi hezaran di girtîgehên qerebalix de girtine û ji mafê darizandina adil bê par hiştine.

Rêxistinê da zanîn ku di nava wan de bi sedan parêzvanên mafên mirovan, çalakvan, rojnamevan û parêzer hene ku ji ber ku bi awayekî aştiyane tev li xwepêşandanan bûne yan jî piştgiriya wê kirine.

Di raporê de tê gotin: “Dadgehên Îranê, nexasim dadgehên şoreşî, nahêle dadgehên adil li dar bikevin û mikurhatinên bi kar tîne ku dibe di bin îşkenceyê de hatin birin û wek delîl hatibin bikaranîn. Desthilatdaran ji îdiayên pêkanîna îşkenceyê li dijî girtiyan piştrast nebû, rê neda ku girtî têkiliyê bi parêzerên xwe re deynin. Nexasim di lêpirsînê de.”

Di raporê de rêxistinê eşkere kir ku desthilata Îranê dest daniye ser pasportên bi dehan kesayetên navdar. Di nav de hunermend û werzîşvan jî hene û nehiştin ji Îranê derkevin.

Rêxistinê gelek binpêkirinên mafên mirovan wek îşkenceyê, dan û standina nebaş û tecawizê di dema destgîrkirinê de, belge kirine.

Endamên Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê demeke berê li ser avakirina komîteyeke naskirina rastiyan deng dabûn da ku lêvegereke giştî û serbixwe li raporên binpêkirinên mafên mirovan ên Îranê yên têkildarî xwepêşandanên 2022`yan çêkin.

(şx)