ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2023
12 ÇILE, 2023   23:00

Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê di nava ambargoyeke giran de ne. Hikumeta Şamê rê nade ku sotemenî, ard û derman û pêwîstiyên din ên sereke derbasî her du taxan bibin. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Her wiha bandoreke neyinî li qadên jiyanê jî kir.

Ji ber dorpêça tunda a li ser kantona Şehbayê û tunebûna mazotê zêdetirî 70 erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn.

Pêkhateyên Qamişlo da zanîn ku bi şerê gel ê şoreşger ew ê tevahî êriş û planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

JIN

Jinên pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyên yekemîn û duyemîn a Parîsê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengiya Fransa derfetê dide ku komkujiyên din li dijî pêşengên şoreşa jinan pêk were. Jinan soza parastina mîrasa şehîdan da.

ANALÎZ

Aloziyên hevbeş ên aborî û siyasî yên AKP’ê û hikumeta Şamê hişt nakokiyên xwe deynin aliyekê û bigihêjin lihevkirinan ku salên dirêj ên dijminatiyê bi dawî bikin. Rûsyayê navbeykariya van lihevkirinan kir ku li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn gef in. Her wiha ji ber astengiyan hêviyên serkeftina vê nêzîkbûnê kêm in.