​​​​​​​Li Şehbayê piranî erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn

Ji ber dorpêça tunda a li ser kantona Şehbayê û tunebûna mazotê zêdetirî 70 erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn.

​​​​​​​Li Şehbayê piranî erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn
13 ÇILE, 2023   04:34
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Şêniyên Şehbayê û koçberên Efrîna dagirkirî ku hejmara wan nêzî 200 hezar e û li Şehbayê bi cih bûne, neçar man ku bi saetan li ser rêyan bimînin, biçin gund û bajarokên kantonê.

Jineke 65 salî bi saetan li ser kevirekî biçûk ê li kêlek rê li benda erebeya veguhastina hundirîn e. Lê ji ber dorpêça li dijî kantona Şehba û tunebûna mazotê, zêdetirî 70 erebeyên veguhastina hundirîn ji kar sekinîn.

Jina koçber Gulê Ehmed (65) nizanîbû ku rûniştina wê li ser kevir bi saetan da ku serdana keça xwe ya li Ehrezê bike, bê sûd e. Ji ber ku erebeyên veguhastina hundirîn tune ne.

Gulê ji sibê zû de ji konê xwe yê li kampa Serdem derket û berê xwe da rêya sereke, da ku serdana keça xwe ya li Ehrezê ku 15 kîlomtre li bakurê kampê ye, bike. Lê sekna wê li ser rê bê sûd bû.

Rewşa wê jî wek rewşa 200 hezar welatiyên kantonê ye, ku ji 5 salan ve azarên dorpêçê dikişînin û ji Tebaxa 2022′yan ve ev dorpêç hatiye girankirin.

Li gorî komîteya veguhastinê ya li Şehbayê, ji eslê 100 erebeyên veguhastina hundirîn, ji 20 heya 30 erebî li kantonê dixebitin û 70 erebe jî ji kar sekinîn.

Ji ber vê dorpêçê û kêmbûna mazotê xwediyên erebeyên veguhastina hundirîn ji kar sekinîn. Li kêlek wê li sûka reş her lîtreyeke mazotê, ger hat peydakirin, bi 15 hezar lîreya sûrî ye.

Bi wê yekê, kirêya erebeya ku ji kampa Berxwedan bi rê dikeve, di navçeyên Fafîn, Ehdas, kampa Serdem, gundê Til Qirah, Ehresê re derbas dibe û li navçeya Til Rifetê digihîne dawiya xetê bû 3 hezar lîreyên Sûrî. Lê berê ew kirê bi hezar lîreya sûrî bû.

Ne tenê erbeyên veguhastina hundirîn, her wiha erebeyên ambulansê yên Nexweşxaneya Avrîn jî ji ber dorpêçê rawestiyan.

(mh)

ANHA