​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek da

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Jin di Partiya Sûriya Pêşerojê de, astengî û zehmetî" semînerek da.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek da
12 ÇILE, 2023   16:16
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek bi sernavê "Jin di Partiya Sûriya Pêşerojê de, astengî û zehmetî" li jêrzemîna 18′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da. ‎Beşdaran girîngiya meclisa jinê û astengiyên li pêş wan ku di xebata siyasî de derbas bûne, hatin nîqaş kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hena Kerdoş semîner da.

Hena Kerdoş girîngiya ‎şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest nîşan kir û got: " Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku cihê xwe ya rasteqîn di pêşengiya civakê de vegerîne, şoreşek ragihand. Jinan rola pêşeng a pêkanîna armancên vê şoreşê hilgirt ser xwe, xwe bi rêxistin kir û bi vîna xwe ya azad di tevahî aliyên jiyanê de cih girtin."

Hena Kerdoş diyar kir ku jin di şoreşan de mînak in û wiha pê de çû: "Jinê îsbat kir ku cihê wê ne tenê di malê û xwedîkirina zarokan e, lê dikare pêşengtiya şoreşan bike. Mînaka vê yekê Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Jinan bi vê şoreşê re têgehên civakî guhartin."

Hena Kerdoş da zanîn ku gelek astengî û zehmetî li pêşiyan xebata jinan û hebûna wê di biryardayînê de hene û wiha got: "Civak bi hêsanî tevlêbûna jinê li xebata siyasî qebûl nake. Sedemên vê yekê lawazbûna mekanîzmeyên demokratîk, lawazbûna çanda siyasî û çanda sivîltî ne. Her wiha nepêkanîna rêgezên demokrasî a pirrengî ku dihêle civak girîngiyê nede jinan. Li aliyekî din jî girêdana bi baweriyên olî û kevneşopiyan qanûnên nijadperestî û kiryarên rojane cureyek ji pîrozbûyîna nijadperestiya li dijî jinan ava kir. ‎

Semîner bi pêşandana sînevîzyonekê li ser girîngiya xebata jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê de bi ‎dawî bû.‎

(dm)

ANHA