Hevdîtin heta 3 mehên din li Rêber Ocalan hat qedexekirin

Bi hinceta “Cezayê dîsiplînê” heta 3 mehên din biryara qedexekirina hevdîtinan li Rêber Ocalan hat dayîn. Parêzerên Rêber Ocalan ragihandin ku ew ê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Hevdîtin heta 3 mehên din li Rêber Ocalan hat qedexekirin
12 ÇILE, 2023   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya  Tîpa F a Ewlehiay Bilind di şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Zêdetirî 21 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzeriya Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî dikin. 21 meh in her çiqas parêzer û malbata Ocalan û malbatên girtiyên din serlêdana hevdîtinê dikin jî bi hêcetên wek “cezayên dîsiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên redkirin. 

BIRYARA ‘QEDEXEYA’ NÛ 

Herî dawî di 9’ê Îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Rêber Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê Kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê Kanûna 2022’yan û 3’yê Çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man. 

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev qedexe di 4’ê Çileyê de hatiye birîn. Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî wek “cezayê dîsiplînê” nîşan da. Lê belê sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin.

PARÊZER DÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDIN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê Çileyê de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir. 

Parêzeran ragihand ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.