Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî hat pîrozkirin

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera 10`emîn a damezirandina xwe, merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku ew ê têkoşîna li dijî terorê, pergalên dîktator û paşverû û aliyên ku hewl didin aramî û îstîqrara herêmê têk bibin, bidomînin.

Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî hat pîrozkirin
12 ÇILE, 2023   13:16
HESEKÊ

8`ê Çileyê salvegera 10`emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî bû ku yek ji komên leşkerî yên girêdayî QSD`ê ye.

Bi vê boneyê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî li Foca Şehîd Ardexle li gundewarên Hesekê merasîmeke leşkerî li dar xist.

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastinê yên Jinên Beyth Nehreyn di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî toraneke leşkerî li dar xist. Piştre berdevkê meclisê Matay Hena daxuyaniyek xwend.

Matay got: “Meclisa Leşkerî ya Suryanî barê têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst û pergalên dîktator ên paşverû û hemû kesên ku gefê li ser pîrozî û ewlehiya gelê me çêdike, hilda ser milên xwe û li hember hewldanên parçekirina welatê me bû bendeke asê.”

Matay destnîşan kir ku ew ê heta mayîndekirina îstîqrarê li seranserê herêmê, şopandina bermahiyên DAIŞ`ê bidomînin.

Merasîm bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên sazî, partiyên siyasî û komên leşkerî şandine, bi dawî bû.

(cx)

ANHA