Li Şerayê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker gundê Tat Maraş ê navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye.

Li Şerayê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
12 ÇILE, 2023   12:34
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker di saetên nîvro de jî gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kiribû. Di topbaranê de 3 ji wan bi rutbeya efser, 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bibûn.

(cx)

ANHA