Brîtanya û Japonyayê îro lihevkirineke parastinê îmze dikin

Brîtanya û Japonya dê îro lihevkirineke parastinê îmze bikin û li gorî wê dê her yek bikare hêzên xwe li ser xaka welatên din bi cih bike.

Brîtanya û Japonyayê îro lihevkirineke parastinê îmze dikin
11 ÇILE, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û yê Japonyayê Fumio Kishida wê îro li Londonê lihevkirineke parastinê îmze bikin. Li gorî lihevkirinê, her du alî dikarin hêzên xwe li ser xaka welatê hev bi cih bikin.

Ev lihevkirin piştî xebatên bi Îtalyayê re di çarçoveya bernameyeke nû ya balafirên şer de, di Gulana borî de li ser hatibû lihevkirin.

Sunak daxuyand ku ev lihevkirin ji bo her du welatan girîng e. Sunak destnîşan kir ku niha ji her demê zêdetir, divê civakên demokratîk piştgiriya hev bikin.

Tê çaverêkirin ku Sunak û Kishida bazirganî û tevlêbûna Brîtanyayê ya lihevkirina giştî jî nîqaş bikin.

(şx)