​​​​​​​Pêkhateyên Minbic: Divê yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan were eşkerekirin

Pêkhateyên Minbicê bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û tecrîda li dijî wî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi dawî bikin.

​​​​​​​Pêkhateyên Minbic: Divê yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan were eşkerekirin
11 ÇILE, 2023   04:43
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Li gel paşguhkirina rêxistinên hiqûqî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji dema girtina wî di 1999′an de rastî tecrîdeke giran tê û ji 21 mehan ve tu agahî jê nayên girtin. Desthilatên Tirkiyê tu agahiyê rewş û tenduristiya wê eşkere nakin, her wiha CPT′ê jî tu agahiyên zelal nekirin.

′EM Ê HETA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN LI BER XWE BIDIN′

/kr/uploads/files/2023/01/10/184420_-.webp

Têkildarî vê yekê, welatiya ji pêkhateya Ereb li Minbicê Hisên Begarî yê wiha got: "Armanca rêber Ocalan rizgarkirina gelên ji hêla dewletên kapîtalîst ve hatine bindestkirin, di serî de jî dewlet Tirk. Tevî revandin û girtina wî ji 24 salan ve ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve lê ew wê nikarî fikrê rêbertî dîl bigirta. Ji ber fikrê wî di nava gelên azadîxwaz û tevahî cîhanê de belav bû."

Begarî wiha domand: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser bingehên neteweyên demokratîk ku xwe dispêrên fikir û felsefeya rêber Ocalan bi rêxistin dikin ku li hember tevahî rejîmên destpot bisekinin."

Begarî di dawiyê de bang li CPT′ê kir ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike û wiha got: "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li ser bingeh û rêgezên fikir û felsefeya rêber Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam bikin."

/kr/uploads/files/2023/01/10/184440_-.webp

Girêdayî mijarê, welatiya ji pêkhateya Kurd li Minbicê Şemse Berkel a wiha got: "Divê tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yekser rewşa rêber Ocalan eşkere bikin û tecrîda li dijî wî bi dawî bikin."

Şemse wiha domand: "Bi saya fikirê rêber Ocalan me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Wî destpêkê banga azadiya jinê kir. Ji lew re ji erka me ye ku em dakevin kolanan, deng û têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha berxwedana xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan xurt bikin."

/kr/uploads/files/2023/01/10/184456_-.webp

Li aliyekî din welatiya ji pêkhateya Çeçen a li Minbicê Naciye Hec Mihemed wiha got: "Em dizanin ku rêber Ocalan banga mafên jinan kir û bi saya fikrê wî me karî banga azadiya xwe bikira."

Naciye Hec Mihemed di dawiyê de bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin, her wiha bang li CPT′ê kir ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

(fr)

ANHA