Li Girê Spî şîrketeke dewleta Tirk nirxa kehrebeyê bilind kir

Çavkaniyeke ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku şîrketeke dewleta Tirk a dagirker nirxê her wateke kehrebe li kantonê kir 4 lîreyên Tirkî.

Li Girê Spî şîrketeke dewleta Tirk nirxa kehrebeyê bilind kir
10 ÇILE, 2023   15:35
EYN ÎSA

Di çarçoveya astengkirina jiyana şêniyên herêmên dagirkirî de, nexasim piştî dagirkirina kantona wan ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve, şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk a dagirker nirxê her watek kehrebe kir 4 lîreyên Tirkî.

Li gorî çavkanî, her 26 wat bû 100 lîreyên tirkî, bi wê re nirxê her watekê bi 85, 3 lîreyên tirkî ye.  Şênî li hember vê yekê bi hêrs in.

Şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk a dagirker bi "Meclisa Xwecih a Girê Spî" ya girêdayî wê re destpêka 2021′an lihevkirinek pêk anî, tê de hat diyarkirin ku ji bo kantona dagirkirî 128 wat kehrebe bi nirxê 100 lîreyên Tirkî werin dayîn, lê piştre di Hezîrana par de ew rêje ji bo 35 wat bi 100 lîreyên Tirkî kêm kir.

Her wiha, tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dan û standina bi pereyên Tirkî li wan ferz kiriye.

(mh)

ANHA