​​​​​​​Konferansa Navenda Lêkolînan a Jineolojiya bi dawî bû

Xebatên Konferansa Yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Heleb, Efrîn û ‎Şehbayê bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Ji wan başkirian rewşa jinan di gelek dozan de dê were lêkolînkirin. ‎

​​​​​​​Konferansa Navenda Lêkolînan a Jineolojiya bi dawî bû
10 ÇILE, 2023   15:25
ŞEHBA

Piştî nîqaşên li ser mijar û encamên lêkolînên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bi ‎dawî bûn, komîteya amadekar a konferansê beşdar dabeşî 4 koman kir û werşeyên ‎xebatê li ser cureyên tundiya li dijî jinan hatin avakirin, da ku xwe bigihînin bingehên ‎çareseriyê ji bo gelek mijar û dozan.

‎/kr/uploads/files/2023/01/10/152720_konferansa-navenda-lkolnan-a-jineolojiya-bi-daw-b-2.webp

Mijarên bingehîn ku 4 koman esas girtine, ev bûn; tundiya li ‎dijî zarokan, pêşxistina hevgirtin û aboriya komînal, tundiya teknolojî, xurtkirina ‎yekitiya jinan û dostaniya bi jinan re.‎

Piştî nîqaşan beşdaran gelek xal destnîşan kir û ev in; (destpêkirina kampanyayên ‎neteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya elektronîkî bi hemû şêweyên wê, piştgirîkirina ‎projeyên çandî yên (ciwanan) wek pirtûkxane yan projeyên xwendinê û pêkanîna wan ‎ji bo lidarxistina semînerên lêkolînê û atolyeyên çandî li şûna bikaranîna teknolojiyê ‎bi giştî û tevlêkirina nêzîkatiya zayendî di bername, kursên perwerdeyê û naveroka ‎medyayê de ji bo jin û grûpên ciwanan da ku metirsiyên tundiya ‎elektronîk li dijî jinan werin hişyarkirin.‎

Ji wê zêdetir jî dê navendên xurtkirina jinan di pisporiyên teknolojî de, ji bo xwe ji ‎fezaya dîjîtal biparêzin, werin vekirin. Her wiha dê dewreyên perwerdekirina jinan beriya ‎destpêkirina çi xebatekê werin vekirin.‎

Konferans bi stranên koma şehîd Hêva ya Kevana Zêrîn, diruşmên silavkirina ‎berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û soza bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.‎

ANHA