Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Nadye Diwêhî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kiymawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
11 ÇILE, 2023   03:30
DÊRAZOR- SAMIR EL EZÎZ

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên bi çekên kiymawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û bi van êrişan tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Li hember van êrişan hêzên navneteweyî bêdeng in.

/kr/uploads/files/2023/01/10/191014_-.webp

Têkildarî wê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Nadya Diwêhî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku armanca wan êrişan, parçekirina yekitiya gelê herêmê ye.

Nadya wiha domand: “Berxwedana gel û hêzên li eniyên şer gelek girîng e. Divê em piştgiriya têkoşeran bikin ku di oxira parastina ax û welatê xwe de xew li xwe herimandine, da ku azadî pêk were.”

Nadye wiha pê de çû: “Em ê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin û rêya şehîdan bişopînin.”

/kr/uploads/files/2023/01/10/190957_-.webp

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hacînê Rakan El Ferîh êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kiymawî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê  şermezar kir.

El Ferîh da zanîn kir ku bikaranîn çekên kiymawî sûcekî şer û li dijî mirovahî ye û divê li ser wê yekê hesab jê were pirsîn.

El Ferîh wiha anî ziman: “Em dê li kêleka QSD`ê bisekinin û li dijî êrişên dewleta Tirk di xendekekê de şer bikin. Piştgiriya berxwedana gerîla û yekitiya pêkhateyan bikin heta ku biserkevin û dewleta Tirk têk bibin.”

El Ferîh di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Ereb û rêxistinên mirovî kir ku sûcên dewleta Tirk bibînin û hesabê jê bipirsin.

(dm)

ANHA