​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2023
10 ÇILE, 2023   23:00

Nivîsgehên jinan ên şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê li hola Meclisa Qanûnsaz a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Kobanê têkildarî normalîzekirina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Tirbespiyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyawî, li bajarokê Til Merûf derdikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku di civîna sêalî ya Moskovê de xala 'Tirkiye û Sûriye dê li dijî komên cihêkar bi hev re tê bikoşin' wek xelata hilbijartinan dane Erdogan û got "Tê payîn ku ev xal di hilbijartinan de ‘çîrokeke serkeftinê’ û ‘propagandayeke bibandor’ bide destê Erdogan." (BI WÊNE)

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Nadye Diwêhî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kiymawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Minbicê bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û tecrîda li dijî wî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sûriyeyî ji nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de bi fikar in. Dîroka têkiliyên her du dewletan, bi bîr dixe ku Şamê bi dewleta Tirk a dagirker re gelek lihevkirinên ku tu berjewendiya gelê Sûriyeyê tê de tune bû, pêk anîn. (BI WÊNE)

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer eşkere kir ku gelek kesayetên opozîsyona Sûriyê li Tirkiyê gotin ew piştgiriya helwesta MSD`ê dikin û diyar kirin ku ew nêzîkbûna di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de re dikin. Emîne destnîşan kir ku ew hewl didin van helwestan veguherînin mekanîzmeyekê û helwesteke hevbeş li hember timayên Tirkiyê û berjewendiyên wê bi Şamê re yên li ser hesabê sûriyeyiyan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê Xantûr Kara soza bilindkirina têkoşîna li ser rêya şehîd Evîn Goyî da û destnîşna kir ku şehîd Evîn ji bo wan felsefeya jiyana etîk û nirxên mirovahiyê ye. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Deriyê elektronîk a pêşkêşkirina gilî û pêşniyaran ku Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê pêşkêş kiriye mîna pireyeke xurtkirina hevgirtinê di navbera rêveberî û civakê de ye, her wiha gaveke ji bo pêşxistina çavdêriya civakê ku pirsgirêkên xizmetguzarî li herêmê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Li gelek taxên Lubnanê dizî, talankirin û tunebûna ewlehiyê pir bûne, li hember wê jî hin ciwan biryar da ku ji saet 6:00`an êvarê heta 6:00`an sibê ji bo parastina taxan û şêniyan nobedariyê bikin. Li gel jihevketina dewletê xuyaye ku li Lubnanê nîşaneya projeyeke ewlehiyê ya xweser heye. (BI WÊNE)

ANHA