Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê panelek li ser kompoloyên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê li dar xist. ‎

Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
Li Minbicê panlek li ser komployên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê ‎
10 ÇILE, 2023   16:54
MINBIC

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û saziyên girêdayî wê, Meclisa Leşkerî ya ‎Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, komîteya hundirîn, Meclisa Jinan ‎a Sûriyê, kombûna Jinan a Zanûbiya, rêxistinên civaka sivîl û endamên xet û meclisên sivîl di ‎panelê de amade bûn. ‎

Panel li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a li naverasta bajêr dest pê kir. ‎

Cîgirê serokê Partriya Sûriya Pêşerojê Mihemed Berkel pêşketinên di demên dawîn de û  têkiliyên normîlîzakirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de nîqaş kirin û wiha got: "Her kes dizane ku di dawiya 2010′an de tevgera gel bi navê Buhara Ereban dest pê kir, ew yek ji ji Tunis, Misir, Yemen, Lîbya heta bi Sûriyê dest pê kir."

Berkel wiha domand: "Dema tevger li Sûriyê di 15.03.2011′an de bi xwepêşandanên aştiyane dest pê kirin û ev xwepêşandan li tevahî Sûriyê bi pêş ketin, Erdogan plana (b) a bikaranîna nakokî, dagirkirina Heleb û Mosilê ya ji bo pêkanîna Mîsaqî Millî pêk anî. Bi wê re deriyên xwe vekirin û rêxistineke nû derbas kir, ew jî rêxistina DAŞ′ê ye. Bi rêya vê rêxistinê berjewendiyên xwe pêk anîn û tevahî bakura Helebê û Mosilê dagir kirin."

Berkel wiha pê de çû: "Dema çeteyên DAIŞ′ê di 2014′an de êrişî Kobanê kir, YPJ û YPG′ê li hember wan sekinîn û Koalîsyona Navneteweyî jî li dijî wê sekinî û ew ji bajarê derxistin. AKP′ê jî binketina Mîsaqî Millî dema QSD′ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û herêmên Sûriyê ji DAIŞ′ê hatin rizgarkirin, ragihand." ‎

Berkel diyar kir ku dema Rêveberiya Xweser hate avakirin, piştgiriya gel ji Erdogan re bi têkçûna wî di hilbijartina şaredariyên Enqere û Stenbolê de bi paş ket. Wê demê Erdogan zanî ku 2023′ayn dê nikaribe desthilata xwe bi navê AKP′ê dewam bike û hincetên derew bi kar anîn û dosyaya penaberên sûrî bi kar anîn û got 3 milyon û nîv penaberên sûrî li Tirkiyê seema qeyrana aborî li Tirkiyê ne.‎

Berkel ev tişt anî ziman: "Erdogan zanî ku dê desthilatiya xwe ji dest bide, wê demê têkilî bi Rûsyayê re danî ku nêzîkbûnê bi hikumeta Şamê re bike. "

Li ser armanca lihevkirinên AKP′ê, Berkel ev tişt got: "Armanca AKP′ê dengên li hundir qezenc bike, da ku Erdogan di desthilatê de bimîne. Hikumeta Şamê jî vê yekê dizane. Lê yê zirarê dibîne gelê Sûriyê ye. Nêzîkbûna‎ di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk jî bandorkirina li Rêveberiya Xweser e."

Panel bi nîqaşên di navbera dîwan û beşdaran de dewam kir. Nîqaş û nêrîn li siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û armancên wê yên sereke bûn.

‎(dm)‎

ANHA