​​​​​​​Meclisa Îştar: Evîn Goyî felsefeya jiyana etîk û nirxên mirovahiyê ye

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê Xantûr Kara soza bilindkirina têkoşîna li ser rêya şehîd Evîn Goyî da û destnîşna kir ku şehîd Evîn ji bo wan felsefeya jiyana etîk û nirxên mirovahiyê ye.

​​​​​​​Meclisa Îştar: Evîn Goyî felsefeya jiyana etîk û nirxên mirovahiyê ye
11 ÇILE, 2023   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveber a KCK`ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil 23`yê Kanûna 2022`yan di encama êrişa çekdarî ya li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransayê Parîsê de şehîd bûbûn.

Ev êriş beriya salvegera 10`emîn ya şehîdxistina 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi 2 hefteyan, hat kirin.

/kr/uploads/files/2023/01/10/184657_c93f37be-9aeb-4634-b20b-33881d1c39d2.webp

Têkildarî êrişên dijî jinên Kurd ên pêşeng, endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara ji ajansa me re axivî.

Xantûr Kara destnîşan kir ku jinên Kurd di sedsala 21`emîn de dest bi nivîsandina dîrokê û şikandina qeydên koletî û neheqiyê kir û got: “Niha jî li gorî têgîna neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji bo qeydên li ser jinan hatine ferzkirin, têkoşîneke mezin raber dikin.”

Xantûr diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker baş têdigihêje ku azadiya jinan tê wateya azadiya civaka Kurd, ji lew re pêşeng û fermandarên tevgera azadiyê ya jinan hedef digire.

Xantûr da zanîn ku komkujiya Parîsê ya yekemîn ku tê de fermandara pêşeng Sakîne Cansiz û  hevalên wê Fîdan û Leyla şehîd bûn, komkujiya Silopiyê ku tê de siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatima Uyar û Pakîze Nayîr hatin şehîdxistin û şehîdxistina endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel li bajarê Kobanê û herî dawî şehîdxistina Evîn Goyî li Parîsê, nîşaneya berbiçav e ku dijmin dixwaze vîna jinên azad têk bibe.

‘ÊRIŞ KOMPLOYA LI DJIÎ TÊKOŞÎNA JINA AZAD BÛ’

Xantûr Kara, êrişa 23`yê Kanûna 2022'an li dijî Evîn Goyî pêk hatî wekî komploya ku rasterast têkoşîna jinên azad hedef girt, bi nav kir û got: "Plana vê komployê hat birêxistinkirin. Mîna vê sûcî bêyî agahiya desthilatan (desthilata Fransayê) pêk nayê. Ev komployek li dijî tevahî gelê Kurd e. Ji ber ku hevrê Evîn jineke têkoşer e ku kesayeta xwe li gorî pêwîstiyên pêvajoyê dagirt, têkoşiya û xwest pergala jina azad li hemû Kurdistanê bi hêz bibe. Şehîd Evîn li djiî xilm, neheqî û dijmin xwedî helwestên wêrek bû, li parçeyên cuda ên Kurdistanê li Rojava, Bakur, Mexmûrê û Başûr bi hemû hêza xwe têkoşiya.”

Xantûr bal kişand ser têkoşîna şehîd Evîn Goyî û ev tişt anîn ziman: "Li dijî dewleta Tirk a dagirker li serê çiyayên Kurdistanê, şerekî dijwar meşand. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê de ji bo rizgarkirina xelkê Şengalê berê xwe da wir û bi dehan jinên êzidî ji destê DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha cihê xwe di Şoreşa Rojava de girt û li dijî zihniyeta DAIŞ`ê şer kir. Ne tenê ji bo malbat û gelê xwe, lê belê ji bo tevahî mirovahiyê têkoşiya.”

Xantûr da zanîn ku şehîd Evîn Goyî ji malbateke welatparêz û xwedî giraniya çandî û nîştimanî ya ji herêma Botanê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo me, hevala Evîn ne kesayeteke ji rêzê ye, ew îdeolojiya û felsefeya jiyana bi etîk û nirxên mirovahiyê dagirtî ye.”

Şehîd Evîn Goyî li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a Botan di sala 1977`an de ji dayik bûye. Piştî ku di sala 1994`an de gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şewitandin, malbata wê neçar ma koçber bibe.

Evîn Goyî di temenekî biçûk de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û di nava refên tevgerê de tê koşiya. Ew bi çanda xwe ya şoreşgerî ya bi zanabûna dîrokî û civakî dagirtî, hat naskirin.

Xantûr Kara destnîşan kir ku wek endamên Meclisa Îştar ew ê li dijî hemû planên dijberî têkoşîna jinan û têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna xwe bilind bikin û got: “Em ê li hember komkujiyên li djiî jinan destgirêdayî nemînin.”

ANHA