​​​​​​​Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojiyê tê lidarxistin

Bi amadebûna 200 delegeyan, Konferansa Yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Efrîn, Şehba û Helebê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê tê lidarxistin.

​​​​​​​Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojiyê tê lidarxistin
10 ÇILE, 2023   11:37
ŞEHBA

Li Şehbayê bi dirûşma "Ji xwişkên Mîrabel û heta Jîna, Zêneb û Nagihanan Jin, Jiyan, Azadî" Konferansa Yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Kampa Serdem a Şehbayê tê lidarxistin.

200  endamên Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, PYD, TEV-DEM û jinên ji saziyên din beşdarî konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de li axaftina şehîd Nagîhan Akarsel hate guhdarîkirin, her perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ji hêla endama Navenda Jineolojiyê Nûjiyan Hisên ve hatin xwendin.

Piştî sînevîzyona li ser têkoşîna şehîd Sakîne, Fîdan û Leyla hate nîşandan, encamên lêkolînên Navenda Jineolojiyê ya Heleb, Efrîn û Şehbayê ji hêla endama rêveber a Navenda Jineolojiyê ya herêma Şehba-Efrînê Zahîde Mamo ve hatin xwendin.

Konferans dewam dike. Tê payîn ku mijarên tundiya li ser zarokan, perwerde, aborî û tenduristî bên nîqaşkirin.

(zş)

ANHA