Li Efrînê MÎT′a Tirk û çeteyên wê 3 welatî û jinekê revandin

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî, ji qetilkirin, revandin û guhartina demografîk li gel bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dikin, her wiha li Efrînê 4 welatî, di nav de jinek hatin revandin.

Li Efrînê MÎT′a Tirk û çeteyên wê 3 welatî û jinekê revandin
10 ÇILE, 2023   13:24
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku MÎT′a Tirk 3 welatî ji gundê Kêla yê Bilbilê ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên revandiyan wiha ne: Îbrahîm Menan Dawûd, Mihemed Esmet Şêxo û Mihemed Selah Hisên (30).

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên ′Polîsên Sivîl′ ên MÎT′a Tirk Ferîde Ebdo ya ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

(fr)

ANHA