Rojnameyên erebî: Bandora aloziya sotemeniyê giran dibe

Aloziya sotemeniyê ya li herêmên hikumeta Şamê, lihevkirina çarçoveyî ya Sûdanê û rewşa Lubnanê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Bandora aloziya sotemeniyê giran dibe
9 ÇILE, 2023   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹALOZIYA SOTEMENIYÊ YA LI SÛRIYÊ GEFAN LI KAR DIXWEʹ

Rojnameya El Beyan têkildarî aloziya sotemeniyê ya li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de nivîsand. Di nivîsê de wiha tê gotin: "Sûriye di nava aloziya sotemeniyê ya tengav de ye. Ji ber vê yekê piraniya şêniyan berê xwe didin sûkên reş ku di vê demê de geş bûne. Lê ev yek jî barê wan, bi taybet ên xwediyên kar giran kiriye. Ji ber ku lêçûna berheman zêde bûye, hin kesa karên xwe sekinandin, deriyên werşe yan jî kargehên xwe girtin û dev ji karkerên xwe berdan, an jî saetên kar û berheman kêm kirin.

Xwediyê firneyekê dibêje ku wî karê sibehê sekinandiye û nan heta piştî nîvro dereng xist. Her wiha diyar dike ku ev yek bandor li miqdara hilberînê kir, ji ber ku nikare miqdareke mezin a mazotê bi buhayê bilind ku her lîtreyeke digihêje 10 hezar lîreyên Sûriyê bikire, heman demê nikare buhayê nan bilind bike, ji ber ku hêza kirînê ya xelkê têrê nakê.

Ehmed jî xwediyê kargeheke dirûtinê ye, dît ku çareseriya herî baş ew e ku kargehê bigire. Ji ber ku kehrebe li gundewarê Şamê pir kêm e, Ehmed kêm caran kargehê vedike. Lêçûna mazotê ya ji bo pêxistina jenartoran pir bilind e. Ehmed di dema heyî de difikre ku derkeve derveyî welat û li wir kar bike."

ʹLI PÊŞIYA ÇARESERIYA SIYASÎ YA SÛDANÊ ASTENGÎʹ

Li ser rewşa Sûdanê û hewldanên çareserkirina aloziya siyasî, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Roja Yekşemê pêvajoya dawîn a proseya siyasî ya li Sûdanê dest pê kir. Armanca vê pêvajoyê ew e ku li ser veguhestina desthilatariyê ji bo sivîlan û çareserkirina aloziya li welat bighêjin lihevkirineke dawîn. Lê hêzên sivîl û şoreşgerî yên proseya siyasî vê yekê red dikin û beşdar nebûn. Metirsî hene ku çareserî careke din were astengkirin.

Di vê pêvajoyê de, aliyên sivîl ên ku beşdarî lihevkirina çarçoveyî bûne ya ku 5ʹê Kanûna 2022ʹyanbi aliyên leşkerî re îmze kirine, nîqaşan dike. Tê payîn ku hevditin 3 hefteyan dewam bike. Di hevdîtinan de wê pirsgirêkên edalet, çareserkirina rewşa artêş û saziyên ewlehiyê, lihevkirina aştiyê ya ku di Cotmeha 2020ʹî de hatiye îmzekirin, werin nîqaşkirin.

Hêzên Azadî û Guhertin û Makanîzmaya Sêalî ya dan û standinên Sûdanê ya ku ji Neteweyên Yekbûyî, Yektiya Afrîka û Rêxistina AGAD pêk tê, temambûna amadekariyên destpêkirina pêvajoya dawîn a proseya siyasî ragihandibûn.

Çavdêr hêvî dikin ku pêvajoya niha bibe sedema çareserkirina krîza ku piştî tedbîrên ku fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan di 25ʹ Cotmeha 2021ʹê de, girtibû, derketibû holê. Di encama van tedbîran de, hevkariya di navbera sivîl û leşkeran de bi dawî bû.

ʹISRARA HER DU ALIYÊN ŞÎE YA LI SER DIYALOGA SEROKATIYÊ TÊ REDKIRINʹ

Der barê Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîs: “Li gel xitimîna asoyên çareseriyê di hilbijartinên serokatiya Lubnanê de û israra her komekê li ser helwesta xwe, diyar e ku her du aliyêln şîe; Hizbullah û Tevgera Emel li ser rêgeza diyalogan bi israr in û wekî deriyê çareseriyê dibînin. Lê li beramberî wê, koma din vê mijarê red dike û sedemê dispêre cudabûna nêrînan. Lê di dawiyê de encam yek e.

Hêzên ʹQuwatʹ dibêje diyalog ne destûrî ye. Lê ʹPartiya Ketaîb a Lubnanêʹ dibêje ku ew diyalogan bi temamî red nake, lê amaje bi vê yekê dike ku bila ev diyalog nebin berdîla rûniştinên hilbijiartinan. Çavkaniyên girêdayî rêveberên partiyê ji Şerq El Ewsat re got “Xeta destûrî ya hilbijartinên serokatiyê diyar e. Di encamê de tu pirsgirêk tune ye ku diyalog werin lidarxistin, li gel wê jî divê civînên hilbijartinan dewam bikin û mijarên dîtir di demên bê de werin nîqaşkirin. Yanî ev diyalog nebin alternatîfên civînên hilbijartinan.”

Di demekê de ku berpirsên Hizbullah û Tevgera Emel bi helwesta xwe ya girîngiya diyalogan ve girêdayî ne û banga tevlêbûnê dikin, şîrovekarekî siyasî yê nêzî Hizbullah Qasim Qesîr di hevpeyvîneke li gel rojnameya Şerq El Ewsat de got, helwesta Tevgera Emel û Hizbullah dikare çareseriyeke giştî pêk bîne, welat rizgar bike û rê li ber gelek çareseriyan veke."