​​​​​​​Li Rojhilat û Îranê xwepêşandan û çalakiyên bibîranînê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh jî ciwan daketin kolanan û xwepêşandan kir. Di salvegera sêyemîn a bûyera ketina balafira rêwiyan a Ukraynayê de, kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

​​​​​​​Li Rojhilat û Îranê xwepêşandan û çalakiyên bibîranînê
9 ÇILE, 2023   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike. Ciwan carek din duh daketin kolanan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Di 8’ê Çileya 2020’an de balafirek Ukraynayê demeke kurt beriya ku ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê rabe ketibû xwarê. Di balafirê de 176 kes hebûn û hemûyan jî jiyana xwe ji dest da. Kesên di balafirê de 82 jê îranî, 63 jê kanadayî, 11 jê ukraynayî û 10 jî Swêdî bûn. Di sêyem salvegera bûyerê de, kesên jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Li bajarê Seqiz û Mihabadê deste gul danîn ser kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn. Li ser goran dijî dewleta Îranê dirûşme hatin qêrîn.

Li bajarê Bokanê welatî tevî malbata Mihemed Hesen Zade ku di xwepêşandan de hatibû kuştin, çûn serdana gora wî. Duh bi şev li bajarên Mihabad, Sine, Ciwanro, Îlam ciwan daketin kolanan û agir pêxistin. Bê navber dijî desthilatê dirûşme qêriyan.

Li bajarên Tahran, Erak, Esfehan û gelek bajarên din yên Îranê meş û çalakiyan dewam kirin. Di wan çalakiyan de jî kesên di bûyera ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn. Welatiyan bi dirûşmeyan darvekirina xwepêşanderan şeremzarkirin.

Li cihê balafira Ukraynaî ketî xwarê jî bi sedan kes kombûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Tevî darvekirin, kuştin û girtinan jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike.