Dagirkeran li Efrînê 2 welatî revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 welatî li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî revandin û birin cihekî nediyar.

Dagirkeran li Efrînê 2 welatî revandin
9 ÇILE, 2023   07:06
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, çeteyên “Polîsên Sivîl” ku yekser bi fermana artêşa Tirk a dagirker tev digerin, welatiyên bi navên Mihemed Îbrahîm Mele Mihemed (49) û Dogan Mihemed Mele Mihemed (48) revandin.

Li gorî heman çavkaniyan, kesên hatine revandin, birine cihekî nediyar û aqûbeta wan nayê zanîn.

(cx)

ANHA