ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-1-2023
8 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên navçeyên Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîs ên kantona Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn derdikevin xwepêşandanê. Di heman çarçoveyê de şêniyên Hesekê ji çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan saet 11:00`an derdikevin xwepêşanê, Kombûna Jinan a Zenbûya ya Tebqayê saet di 10:30`an de, her wiha li Kobanê saet di 11:00`an de û li Minbicê saet di 11:30`an de çalakî ji bo heman mijarê li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dauxyaniyekê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a Reqayê bi bîr tînin saset di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gundê Dêrna Qulingan ku bi bedewiya xwe balê dikişîne bûye yek ji navendên seyranê. Di demsala zivistanê de ev gund xemleke cudatir dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Ereb û Kurd yên Qamişlo, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Ev êriş dewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û Komkujiyên Parîsê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Rêxistina Destpêkê (Ewlen)  El Yemen Ebdulkerîm El Ensî da zanîn ku diviyabû hikumeta Şamê ji dêvla dan û standin bi dewleta Tirk a dagirker re çêdikir, bi Kurdan re çêkira. (BI WÊNE)

Koçberên ji Efrînê yên li kampa Serdemê dimînin, bang hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser kantona Şehba rake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Li Parîsê 10 sal beriya niha 3 pêşengên têkoşîna azadiyê jinê hatin şehîdxistin. Ev komkujî wekî parçeyek ji planên hedefkirina xeta azadiya jin hat binavkirin, nexasim piştî vê komkujiyê, li çar parçeyên Kurdistanê û herî dawî dîsa li Parîsê pêşengên jin hatin qetilkirin.

ANALÎZ

Xuyaye ku hêmana demê yek ji girîngtirîn hêmanên sereke yên stratejî û siyaseta Rûsyayê ku li gorî mentiq û nêrîna rûsî ajande û berjewendiyên xwe pêk tîne. Li ser wê paşguhkirina dosyaya Sûriyê ji aliyê hêzên çalak ên bingehîn di aloziya Sûriyê de bi taybet DYA`yê, li Sûriyê bi kar anî. (BI WÊNE)

ANHA