​​​​​​​Meşandina xebatan li gorî rewşa awarte yek ji encamnameya civîna Meclisa Rêveber e

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê bi dawî kir û teqezî bi berdewamkirina kar û xebatan li gorî rewşa awarte kir.

​​​​​​​Meşandina xebatan li gorî rewşa awarte yek ji encamnameya civîna Meclisa Rêveber e
8 ÇILE, 2023   19:08
 QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi beşdariya hemû endamên meclisê, Meclisa Qanûnsaz a herêmê, meclisên kantonên Qamişlo û Hesekê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Meclisa Rêveber a Herêmê ya li navçeya Amûdê civîna xwe ya salê li dar xist û tê de kar û xebatên sala 2022`yan û plansaziya sala 2023`yan nîqaş kir.

Di civînê de piştî diyarkirina bernameya wê, rapora siyasî ya cîhanî û herêmî, rapora salê ya meclisê, kar û xebatên desteyê û gerînendetiyên wê, rewşa rêveberî, rêxistinî ya desteyan û gerînendetiyên meclisê, astengiyên ku derketine hatin nîqaşkirin û ji bo çareserkirina wê, pêşniyar û plansazî hat dayîn.

Ji nîqaşên herî girîng, mijara nêzîkbûn û civînên di navbera rejîma Tirk û hikumeta Şamê de bû ku hat diyarkirin, Erdogan dixwaze beriya hilbijartinan gelê Tirk bi rêya vegerandina têkiliyan bi dewletên cîran re, qezenc bike. Her wiha hat destnîşankirin ku di civînan de asta piştgiriya Pûtîn ji Erdogan re di hilbijartinên bê de, diyar bû.

REWŞA RÊXISTINÎ Û RÊVEBERÎ

Piştre, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a herêmê Ahîn Siwêd rewşa rêxistinî û rêveberî ya hemû deste û gerînendetiyên herêmê nirxand û got: “Di sala 2022’yan de Meclisa Rêveber bi deste, meclis û nivîsgehên xwe hemû proje û bername pêk anîn, ku di sala borî de jî li gor pêdiviyên vê qonaxê û di çarçoveya rewşa awarte de guhertinên rêveberî di desteyên seroketiyê û kantonan de pêk hatin. Bi giştî saziyên rêveberiyê xebatên xwe di astên bilind de û plansaziya xwe li gor derfetên heyî pêk anî.”

PLANSAZIYA SALÊ YA MECLISÊ

Piştre, der barê zehmetî û astengiyên li pêşiya xebatên desteyan de derketine nîqa hat kirin û li gorî wê plansaziya sala 2023'yan hat eşkerekirin. Plansazî wiha ye:

1-Ji xebatên sereke yên rêveberiyê çareserkirina pirsgirêka avê ya Hesekê ye, bi rêya projeya veguhastina avê ji gundewarê Amûdê ber bi Hesekê ve û çareserkirina pirsgirêkên avê li hemû navçeyan.

2-Destekê bidin çandiniyê bi rêya peydakirina pêdiviyên çandiniyê û pêşxistina projeyên enerjiya alternatîf.

3-Peydakirina hemû pêdiviyên saziyên tenduristiyê, çalakkirina beşên nexweşxaneyan û domandina projeya nexweşxaneya Hîmo ya li Qamişlo.

4-Peydakirina pêdiviyên saziyên perwerdeyê û sererastkirina dibistanan û pêşxistina asta mamosteyan bi rêya lidarxistina perwerdeyan.

5-Ji nû ve birêxistinkirina komînan û çalakkirina komîteyên wê.

7-Pêşkêşkirina xizmetên tenduristî û peydakirina pêdiviyên malbatên şehîdan û vekirina akademiyan ji zarokên wan re.

8-Çalakkirina çavdêriyê û bicihanîna giliyên welatiyan.

9-Domandina xebatan li gorî rewşa awarte.

10-Pêkanîna hemû projeyên plansaziya 2023’yan di demên wê de.

(mh)

ANHA