QSD: Îdiayên dewleta Tirk li ser şehadeta şervanên me derew in

QSD′ê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên der barê şehadeta 10 şervanên wan derew in.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk li ser şehadeta şervanên me derew in
8 ÇILE, 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) twittek der barê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina gelek şervanên QSD′ê de da û ev tê de hate gotin:

"Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker, di roja 8′ê Çileyê de li ser hesabên xwe yên fermî 2 daxuyanî da û îdia kir ku 10 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in."

(fr)