SOHR: Di 2022′yan li herêmên hikumeta Şamê 159 sûcên kuştinê hatine kirin

Li gorî SOHR, di 2022′yan de 159 sûcên kuştinê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de çêbûn.

SOHR: Di 2022′yan li herêmên hikumeta Şamê 159 sûcên kuştinê hatine kirin
8 ÇILE, 2023   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di sala 2022ʹyan de 159 sûcên kuştinê li herêmên hikumeta Şamê çêbûn.

Di encama wan sûcan giştî 174 kes hatin kuştin, di nav de 32 zarok, 30 jin û 112 mêr in. Para Siwêda, gundewarên Şamê û Humisê mezin bû.

Ev hejmar deriyê pirsan li ser sedmên zêdebûna sûcan li wan herêman vedike. Ji bilî wê jî hikumeta Şamê di aliyê çapemeniyê de dinixumîne ku van bûyeran di nava civakê de rewa dike û tu cidiyeta xwe di çareserkirina van dozan û hesabkirina sûcdaran de dernaxe.

Ruxmî hewlên hikumeta Şamê ku herêmên di bin serweriya xwe de ewle nîşan bide, lê rewş bi giştî berovajî vê yekê îsbat dike. Çavdêran da zanîn ku hikumeta hewayeke guncaw ji gendel û sûcdran re bi rêya bacên li ser bendên xwe yên ewlehiyê yên li ser rêyan ferz dike, peyda dike. Her wiha di daîreyên hikumetê bertîl û gendeliya berpirsan eşkere ye.

(fr)