​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê rola komîteyên xweser tên xurtkirin

Hate ragihandin ku ji ber tunebûna rola hikumeta Şamê, rûspiyên Derayê komîte ava kirine da ku rewşa xizmetguzarî baş bikin. Têkildarî Misirê jî hate gotin, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihand ku niyeta welatê wî ya avakirina Kenala Siwêsê tune ye.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê rola komîteyên xweser tên xurtkirin
8 ÇILE, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa Derayê, dosyaya kanala Siwêsê û rewşa Lîbyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

DERA: LI ŞÛNA TUNEBÛNA HIKUMETA ÎNSIYATÎFÊN HEVGIRTINA CIVAKÎ HENE′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Rûspiyên bajarok û bajarên parêzgeha Derayê komîteyên herêmî ava kirin, da ku rewşa xizmetguzarî li herêmên xwe baş bikin. Ji ber ku hikumeta Şamê tu karekî xizmetguzarî li herêmê pêşkêş nake.

Karkerekî rêxistinên mirovî li Derayê ji Şerq El Ewset re got hikumeta Şamê tu karekî ji bo başkirina xizmetguzariyên giştî pêşkêş nake, ruxmî ku nêzî 5 sal e Derayê kontrol dike.  Aktîfbûna wê li pêş pêdiviyên civakî û xizmetguzariyên wan diyarkirî ne û li şûna wê rêxistinên mirovî yên li parêzgehê dixebitin kontrol dike û hin caran jî karê wan taloq dike yan jî betal dike. Ew jî ji ber bîroqratiya wê ye. Derbasbûna wan rêxistinan erêkirina ewlehî û hin caran bertîlan dixwaze heta xebatê bike û xizetmguzariyan pêşkêş bike.

Yek ji xebatkarên komeleyeke xêrê li rojhilatê Derayê got gelek bajarok û bajarên Derayê komîteyên herêmî ji rûspiyan ava kirin û pêdiviyên civakên xwe pêşkêş dike, pereyan didin wan û alîkariyan ji şêniyên xwe yên derve werdigirin da ku rewşa xizmetguzarî yên li bajarên xwe baş bikin."

SÎSÎ, RASTIYA FIROTINA KENALA SIWÊSÊ EŞKERE KIR

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Misirê wiha got: “Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî roja înê niyeta Qahîreyê ya firotina kenala Siwêsê red kir. Ev yek piştî belavbûna raporên têkildarî erêkirina Meclisa Nûneran a Misirê li ser pêşnûmeya hikumetê ya avakirina sîndoqekê girêdayî desteya kenala Siwêsê, pêk hat ku hinek ew yek wek niyeta firotina kenala Siwêsê şîrove kiribû.”

Malpera “Bewabet Ehram” bi bîr xist ku Sîsî di pîrozkirina cejna rojbûna Mesîh de ew yek red kiriye.

Li gorî heman malperê, Sîsî got, “Yên behsa firotina kenala Siwês dikin tiştekî nizanin. Eger tiştekî ez bikim hebe, ez ê bêjim.”

Kenala Siwês yek ji girtîngtirîn çavkaniyên pereyên biyanî ji bo Misirê ye.”

‘LÎBYA: BAŞAXA GEFA QEDEXEKIRINA DAHATÊN PETROLÊ LI HIKUMETA DEBÎBE XWAR’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Hikumeta ji aliyê parlamentoya Lîbyayê ve hatiye erkdarkirin ya bi serokatiya Fethî Başaxa got dê hin tedbîran bigire û dahatên petrol û gazê ji hesabên bankê yên saziya nîştimanî ya petrolê re qedexe bike da ku negihêjin Hikumeta Wehde ya bi srokatiya Ebdulhemîd El Debîbe. Her wiha diyar kir ku hikumeta Debîbe di aliyê darayî de binpêkirinên mezin kirine.

Li gel hebûna 2 hikumetên hevrik parçebûna li Lîbyayê zêdetir dibe. Hikumeta Terablusê ya ku di encama lihevkirina siyasî de beriya nêzî 2 salan bi serokatiya Ebdulhemdî Debîbe hatiye avakirin, hikumeta duyemîn jî bi serokatiya Fethî Başaxa ye û di Sibata borî de ji aliyê parlamentoyê ve hat avakirin û navenda wê ya demkî Sert e.”

ANHA