Şêniyên Dêrazorê: Bikaranîna çekên kîmyewî teror e

Şêniyên Dêrazorê bang li gelên azadîxwaz kir li hemberî êrişên kîmyewî yên li ser qadên gerîla bisekinin û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla teror e û nayê qebûlkirin."

Şêniyên Dêrazorê: Bikaranîna çekên kîmyewî teror e
8 ÇILE, 2023   01:51
DÊRAZOR-FATME EL EBID

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şeremzar kirin.

/kr/uploads/files/2023/01/07/185018_-1.webp

welatiya bi navê Muna El Uwêd anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin û got: "Aliyên têkildar erka xwe ya hesapirsînê ji kesên ku van çekan bi kar tînin, bi cih neanîne. Ev yek şermek li eniya civata navneteweyî ye."

Muna El Uwêd bang li tevahî gelên azad kir ku li dijî vê komploya gerdûnî ya domdar a li dijî rêber Abdullah Ocalan û Herêmên Parastinê yên Medyayî bibin yek û wiha domand: "Firê azad ne sûc e. Yên ku komkujî li dijî pêkhateyan pêk tînin û çekên qedexekirî bi kar tînin terorîst in. Dewleta Tirk jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê terorê li dijî HPGʹê dike."

Muna El Uwêd di dawiyê de wiha got: " Mîna ku li Serêkaniyê û Efrînê sivîl dikirin hedef, dewleta Tirk  bi êrişên xwe yên bi rêya balafirên bêmirov û çekên kîmyewî gefan li ewlehî û gelê me dixwe."

′BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE′

/kr/uploads/files/2023/01/07/185002_-2.webp

Welatiyê bi navê Ayid El Zayid ê ji Hecînê got: "Bi navê xwe û navê şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê ez êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka me û gelê me yê berxwedêr ê ji bo jiyaneke azad û aram tê dikoşe, şermezar dikim."

El Zayid bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember bikaranîna van çekan şermezar kir û wiha domand: "Nêzîkatiyên rêxistinên mirovî şermînî ye. Rêxistinên ku dengê xwe nakin berpirsê vê yekê ne. Bêdengiya wan nîşaneya hevkariya bi rejîmên desthilat re ye. Em  hemû dizanin ku bikaranîna van çekan li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye."

El Zayid wiha dawî li gotina xwe anî: "Em dev ji bihosteke axa xwe bernadin ku bi xwîna pak a şehîdan hatiye rizgarkirin. Şehîdên me pêşengên me ne, em ê xeta wan bişopînin."

(fr)

ANHA