ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ

Di bîranîna şehîdên Komkujiya Yekem a Parîsê de soza şopandina xeta her sê şehîdan hate dayîn û hate gotin, şehîd Sakîne Cansiz dengê azadî û sembola têkoşînê ye.

ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
ʹSara, Rojbîn û Ronahî pêşengên şoreşa jina azad inʹ
7 ÇILE, 2023   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Eyn Îsa, Tebqa û Dêrazorê, bi boneya salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ku her sê jinên Kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mQLv4AO4R5A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Eyn Îsayê, Koordînasyona Kongra Star a Kantona Girê Spî bi beşdarbûna bi dehan jinan merasîmê bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star Ayat El Îsa bal kişand ser têkoşîna her sê şehîdan û anî ziman ku ew ê xeta şehîdan bidomînin heta ku azadiyê mîsoger bikin û armancên şehîdan bi cih bînin.

Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku têkoşer Sakîne pêşenga şoreşa jina azad e, ji ber vê yekê ji aliyê desthilata dewleta Tirk ve hat hedefkirin. Beşdaran got,  jinên pêşeng ên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi têkoşîna xwe planên dijmin têk birin.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û hevalên wê hat pêşandan.

Ji bo bîranîna her sê şehîdan Koma Hîlala Zêrîn a Mûzîkê stranek got.

Çalakiya bîranînê bi diruşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê panelek li ser şehîdên komkujiyên yekem û duyem ên Parîsê li dar xist. Di panela ku li hola Çand û Hunerê ya Tebqayê hatî lidarxistin de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, partiyên siyasî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Endama rêveber a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela El Nacî, şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îlam El Mihemed û endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîra El Hebeş panel bi rê ve bir.

Wela El Nacî qala têkoşîna şehîd Cansiz û hevrêyên kir û got: "Şehîd Sakîne Cansiz a ku di şoreşgeriyeke têr û tijî bi netewebûn û hezkirina azadiyê mezin de bû û sond xwar ku ji her jinekê re bibe dengê azadiyê. Sakîne bi sembola têkoşînê tê binavkirin. Sakîne Cansiz got, min dev ji malbata xwe berda, zextên wê red kirin û min israr kir ku tev li şoreşê bim."

Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îlam El Mihemed behsa çalakiyên rêxistinî yên ku şehîd Saknîne bi rê ve birine kir û wiha got: "Sakîne Cansizê li tevahî bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyên rêxistinî bi rêve dibir. Zêdetirî 10 salan hate ragirtin û di 1999′an de hate berdan. Piştre li Ewropayê çalakiyan jinan bi rêxistin dikir. Li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Sehil El Bîqa a Lubnanê perwerde dîtibû."

Îlam îşaret bi Komkujiya Duyem a Parîsê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Dîroka xwe dubare dike. 3 êrişên stratejîk hene ku şoreş û têkoşîna jinan hedef digirin. Bi van êrişan dixwazin azadiya jinê di çarçoveya pergala Liberal de be, rastî û dîroka jinê were înkarkirin, têkoşer, pêşeng û fermandar werin hedefkirin."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hat pêşandan.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UfadPO6X7ek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Dêrazorê jî, Yekitiya Jinên Ciwan her sê şehîd bi bîr anîn. Di çalakiya bîranînê de endamên komîteya ciwan û werzîşê û nûnerên ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê beşdar bûn.

Destpêk sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan. Dûre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û got şehîd Sakîne Cansiz keça Dêrsimê ye li hember rejîma çewsîner a ku komkujî li ser xelkên bajarê wê pêk anî, sekinî.

Di dawiyê de mûm li ber wêneyên her sê şehîdan hatin pêxistin.

 (fr)

ANHA