ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2023ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2023ʹYAN
7 ÇILE, 2023   23:00

-Li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyên Parîsê, meşek tê lidarxistin, saet 10:00ʹan. Li navçeya Çilaxa jî merasîmê bîranîna şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê li navenda PYDʹê tê lidarxistin, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava semînerekê li ser jiyana şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê, li navenda xwe ya li navçeya Tirbespiyê organîze dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li hola civînana a Desteya Çandinî û Avdanê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Sûriyê, panelekê li ser beşdarbûna jinan di qada siyasî de li navenda xwe ya li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û hiqûqnasên mafên mirovan ên Reqa û Dêrazorê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dibe sedem ku tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bibe û her wiha diyar kir ku her lihevkirineke hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dê zirarê bide têkoşîna li dijî DAIŞ`ê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê şehîd Sakîne Cansiz ku li Parîsê şehîd ketibû, Metîn Cansız diyar kir ku profîlên kujeran di her du komkujiyan de cuda ne lê armancên wan jinên Kurd ên pêşeng in û got "Berpirsyar Fransa ye, heke doza komkujiya yekemîn bihata ronîkirin, dê pêşî li komkujiya duyemîn jî bihata girtin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber nebûna madeyên germkirinê û bihabûna wan di encama dorpêça Firqeya 4`an a hikumeta Şamê de, xwe bi şewitandina alavên li malên xwe germ dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunergeha Welat di çarçoveya xebatên xwe yên zindîkirin û pêşxistina mîraseya herêmê de, zêdetirî 275 stran tomar kirine û ji wan 49 kirine klîb. Hunergeh amadekariyên vekirina beşekî taybet ji bo hunera zarokan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Hate ragihandin ku ji ber tunebûna rola hikumeta Şamê, rûspiyên Derayê komîte ava kirine da ku rewşa xizmetguzarî baş bikin. Têkildarî Misirê jî hate gotin, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihand ku niyeta welatê wî ya avakirina Kenala Siwêsê tune ye. (BI WÊNE).

ANHA