PAJK: Heta herdu komkujî bên ronîkirin em ê têkoşînê bidomînin

PAJK: Heta herdu komkujiyên li Parîsê bên ronîkirin, pergala Îmraliyê bê hilweşandin û desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi temamî werê rûxandin em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji hêzên navneteweyî yên bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne hesap bipirsin.

PAJK: Heta herdu komkujî bên ronîkirin em ê têkoşînê bidomînin
8 ÇILE, 2023   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ji bo salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê daxuyanî da.  PAJKʹê bang jinên Kurd û gelê Kurd kir welatparêz di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de biherikin qadan û got, li hemberî şerê topyekûn yê dewleta Tirk a faşîst, pêwîstî bi berxwedana topyekûn ya bi pêşengiya jin, ciwan û Kurdan heye

Em pêşeng û kadroya damezrîner ya tevgera azadiyê PKK’ê û mîrasgera mezin ya tevgera azadiya jinê rêheval Sara û tekoşerên tevgera azadiya jinê Rojbîn û Ronahî di 10’emîn salvegera şehadetê de bi bîr tînin. Pêşengên berxwedana rêveberiyên xweser Sêvê, Fatme, Pêkîze û di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn Evîn Botan, Mîr Perwer û Abduraman Kızıl de tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bibîrtînin. Dewleta Tirk ya kujer, faşîst û qirker, hêzên navneteweyî yên ku hevkariya wê dikin û bi taybet dewleta Fransayê bi hêrsekî mezin û bi sonda berdewamkirina hesap pirsînê biryardariya têkoşîn mezinkirinê tînin ziman. Bila her kes bizanibe wê tu plangerî û hesabên qirêj bi pêkanîna van komkujiyan neçin serî. Em ê wekî partî û milîtanên di xeta tekoşîna heval Sarayan de li ber xwe didin bi pêkanîna şoreşa jinê û mirovahiyê ya bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku êdî li her derê şax dide tola hemû komkujiyan hilînin.

Komkujiya 9’ê Çile ya di sala 2013’an de li dijî pêşenga tevgera me ya azadiyê heval Sara û rêheval  Rojbîn û Ronahî pêkhatî dikeve sala 10’emîn. Dewleta Tirk ya qirker û mêtîngeh bi organîzeya MÎT’ê di çarçoveya ferehkirina plangeriya qirkirinê ya li ser Kurdan û pêşengên jin ev komkujî di sala 2013’an de pêkanî. Plana vê komkujiyê li Enqereyê hate danîn û li navenda Ewropa Fransa paytexta wê Parîsê pêk anîn. Bi vê komkujiyê re plana qirkirina Kurdan derbasî qonaxekî nû kirin. Ev deh sale siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê bi hedefgirtina pêşengên jin û Kurdên li ber xwe didin bê navber berdewam e. Di bingeha vê siyaset û komkujiyê de komploya mezin ya li dijî Rêber Apo temamkirin û birina serî hebû. Û ev plan hîna jî di meriyetê de ye. Tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiya me aliyê kirêd yê vê planê ye.

Li hemberî viya Rêber Apo, jinên Kurd û di pêşengiya gerîla de gelê me, bi berxwedana dîrokî ev siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê vala derxistin. Ev deh sale bê navber li dijî hikûmeta şer û qirker ya AKP-MHP’ê têkoşînekî dijwar berdewam dike. Gerîlayên azadiyê di sala 2022’an de bi îradeyekî ji polayê li ser xeta Sarayan li ber xwe da û plana dewleta Tirk a dagirkeriyê vala derxistiye.

Tekoşîna azadiya jinên Kurd li ser hîmê kesayeta dîrokî ya rêheval Sara şêwe girt. Hevaltiya mezin û dîrokî ya heval Sara bi Rêber Apo re, li Kurdistanê heqîqeta jina azad afirand. Heval Sara di meşa xwe ya têkoşîna Apo’yî de wekî aveke zelal herikî. Bi têkoşîna şoreşgerî ya 40 salî ku pêşengî jêre kir, di sedsala 21’emîn de bû pêşenga hemdem ya şoreşa jinê. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdan de bû bîra jina azad û civaka azad. Felsefeya heval Sara Jin, Jiyan, Azadî bû. Ev felsefe bi têkoşîna heval Sara bi beden bû, bi berxwedana wê şax da û bi şehadeta wê li tevahiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bû. Heval Sara, rabûrdiya dîroka me, niha û pêşeroja me ye. Heval Sara ji ber ku xwedî vê heqîqetê bû û bi tekoşîna bîrdoziya rizgariya jinê temsîla pêşeroja azad ya şoreşa jinê dikir bi zanebûn hate hedef girtin.

Heval Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze, Fatme û Evînan ji bo mezinkirin û pêşxistina têkoşîna azadiya jinê kedekî mezin dan û di pêvajoyên ku jêre pêşengî kirin de bersivekî tûnd dan dagirkeriyê. Bi sekna rûmetdar ya jinên Kurd serî li ber zilmê rakirin û di meşa azadiyê de temsîla nirxên pîroz kirin. Wan bê dudilî, bi bîr û baweriyê pêşengî ji jinên Kurd re kirin. Li ser xeta bîrdoziya azadiya jinê ya ku heval Sara bingehê wê danî bû têkoşîn pêşxistin. Li hemberî zihniyeta mêr-dewletê û pergala wê ya kapîtalîst serî hildan, têkoşiyan û li ber xwe dan. Ev sekna wan ya bi rûmet redkirina pergala serdest-mêr-dewletê bû. Ev sekna jinên şoreşger ya di azadiyê de, di xwebûn û berxwedanê de xwe kilît kiriye bû. Ev sekna li ber hemû êrişên qirkirinê hate raberkirin di tekoşîna me ya îro de bûye pîvana xeta fedaî û rêgeza mezinkirina tekoşîn û berxwedanê.

Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta wê ya şer xwest AKP-MHP’ê bi zihniyeta xwe ya rûxîner, bi siyaseta tinekirin û tasfiyekirina tevgera azadiyê şerê xwe yê topyekûn li dijî Kurdan didomîne. Viya jî bi kiryarên herî hovane û herî qirêj dimeşîne. Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’ê Kanûna 2022’yan jî berdewamiya sûcên şer yên dewleta Tirk a qirker li dijî jinên pêşeng û Kurdan pêk tînê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi komkujiya duyemîn a li Parîsê carekî din bi eşkereyî ji hemû cîhanê re nîşan daye ku ew dijminê herî mezin yê jinên Kurd û Kurdan ye. Jin, ciwan û Kurdên bi rêxistinkirî, bi îrade, bi nasname û çanda xwe ve girêdayî ye ne, ew ji bo hebûna dewleta Tirk Kurdê herî metirsîdar e. Zihniyeta faşîst ya AKP-MHP’ê di roja îro de ji hemû deman zêdetir êrişkar bûye. Ev zihniyeta ku bi bîrdoziya faşîzmê û qirkirinê dixwaze li ser tevahî gelan serdestiya xwe mayînde bike ne tenê ji bo jinên Kurd û Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê xeteriyekî mezin e. Jinên Kurd û Kurdan bi sekna xwe ya birûmet di ferqa rastiya zihniyeta dewleta Tirk ya qirker de ne. Gelê me bi vê zanebûna xwe û bi hêza xwe ya rêxistinkirî çawa ku heta niha ji dewleta Tirk hesap pirsî û tola komkujiyan bi têkoşîna xwe hilanî wê ji niha û pêde jî têkoşîna xwe bidomîne.

Em sekna bi rûmet ya jinên Kurd, gelê me û dostên gelê me ya bixwedîderketina li şehîdên komkujiya duyemîn li Parîsê raber kirin silav dikin û têkoşîna pêşxistin tu carî ji bîr nakin. Di rashatina salvegera 10’emîn ya komkujiya 9’ê Çile de ev êriş di şexsê rêheval Evîn û welatparêzên Kurd Mîr Perwer û Abdurahman Kizil de plan kirin. Li pişt vê êrişê hesabên pir qirêj ên hêzên navneteweyî û yê dewleta Tirk hebûn. Lê gelê me, jinên Kurd û dostên wan bi xwedîderketina doza mafdar ya têkoşîna azadiyê ya gelê me plana li pişt vê komkujiyê vala derxistin. Çawa ku beriya niha bi deh salan Rêber Apo komkujiya li dijî heval Sara, Rojbîn û Ronahî vala derxist, îro jî jinên Kurd û gelê me bi helwestekî polîtîk û seknekî têkoşînvan plana komkujiya duyemîn ya Parîsê vala derxistine.

Bi rûhê têkoşîn û berxwedana ku ev 10 sale li hemberî van komkujiyan di serî de Rêbertiya me, gerîlayên azadiyê, jinên Kurd û gelê me pêşxistî divê jinên Kurd û gelê me yê welatparêz di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de biherikin qadan. Li hemberî şerê topyekûn yê dewleta Tirk a faşîst, pêwîstî bi berxwedana topyekûn ya bi pêşengiya jin, ciwan û Kurdan heye. Ji bo dewleta Tirk di qada navneteweyî de werê darizandin pêwîst e gelê me hem têkoşîna hiqûqî û hem jî tekoşîna xwe ya polîtîk û bi rêxistinkirî mezintir bike. Wekî jinên Kurd divê bi rûhê têkoşîna Sara û bi sekna wê ya berxwedêr di têkoşîna mezin ya sala 2023’an de pêşengiyê bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û ronîkirina hemû komkujiyan li her qadê dengê xwe bilind bike û pêşeniyê ji çalakiyan re bike.

Em wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de  ji bo ronîkirina komkujiyê biryardariya têkoşîn mezinkirinê tînin ziman. Heta herdu komkujiyên li Parîsê bên ronîkirin, pergala Îmraliyê bê hilweşandin û desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi temamî werê rûxandin em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji hêzên navneteweyî yên bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne hesap bipirsin.

Bi mezinkirina têkoşînê, bi bilindkirina berxwedanê wê jinên Kurd û gelê me hesapê hemû komkujiyan bipirse û ji bo ronîkirina wan dev ji têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bernedê. Em bi vê biryardariyê carekî din hêrsa xwe li dijî van komkujiyan tînin ziman.ʹʹ