​​​​​​​Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal nêzîkbûna bi dewleta Tirk re red kir

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal Selah El Selman ji ber nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya bi navbeynkariya Rûsyayê hişyar da ku dê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe.

​​​​​​​Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal nêzîkbûna bi dewleta Tirk re red kir
7 ÇILE, 2023   01:44
DÊRAZOR-FATME EL EBID

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal Selah El Selman lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re red kirin û diyar kir ku dewleta Tirk Sûriyan qetil dike.

Selah El Selman got: "Dewleta Tirk a dagirker komkujiyên li dijî hemû pêkhateyan gelê Sûriyê didomîne û çekên qedexekirî bi kar tîne da ku hegemoniya xwe li ser gelên herêmê ferz bike. Ruxmî van sûcan, bi hikumeta Şamê re ya li hember van sûcan bê deng dicive."

El Selman anî ziman ku civîna sêalî ya 28′ê Kanûna borî ya di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk a dagirker, Sûriyê û Rûsyayê de  tu encamên erênî ji Sûriyan re bi xwe re nîne û mafên Sûriyan jî mîsoger nake. El Selman got, ev civîn dê dê bibe sedema sereke ya dewama krîza Sûriyê, derxistian fitne û nakokiyan li herêmê.

‘EM Ê WAN PLANÊN LI DIJÎ HERÊMÊN ME TÊK BIBIN′

El Selman wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk û civînên xwe ku ew dewlet li dar dixin nikarin me teslîm bigirin. Em ji tevahî cîhanê re diyar dikin ku em amade ne û li dijî her kesên ku dest biavêje xaka me em ê xwe bispêrin şerê gel ê şoreşger. Em ê piştgiriya QSD′ê bikin û tevahî planên li dijî herêmên me têk bibin."

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal Selah El Selman di dawiyê de got hemû civînên ku nûnerên  tevahî Sûriyan beşdar nebin, mafên gelê Sûriyê mîsoger nakin.

(fr)

ANHA