​​​​​​​Hevalên Wîsam jî ji ber dorpêçê bi fikar in

​​​​​​​Hevalên zarokê bi navê Wîsam Sîdo yê ku ji ber bandorên dorpêça hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dabû bi fikar in ku aqûbeta wan jî wekî ya Wîsam be.

​​​​​​​Hevalên Wîsam jî ji ber dorpêçê bi fikar in
7 ÇILE, 2023   03:46
HELEB-MIHEMED EBDO

Ji ber sermayê û nebûna rêbazên germkirinê ya ji ber dorpêça ji hêla Firqeya 4′an a hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da; pitikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar (17 rojî) û Wîsam Sîdo (4).

Hevalên Wîsam ên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji dubarebûna trajediya hevalê xwe metirsîdar in.

/kr/uploads/files/2023/01/06/183749_-.webp

Zarokê bi navê Salih Hesen wiha got: "Me sibehê bi hev re dilîst, lê sermayê Wîsam ji me bir û em naxwazin ev yek dubare bibe."

/kr/uploads/files/2023/01/06/183811_-.webp

Zarokê bi navê Wîcan Salih jî wiha got: "Min Wîsam wek birayê xwe yê biçûk dihesiband û ez bi mirina wî pir xemgîn bûm. Ji ber hevalê me bû û em bi hev re dilîstin."

Wîcan hêvî kir ku tu zirar negihêje xwişk û birayên wê û dostên wê yên li taxê pê re dilîze.

Her wiha zarokê hîna 4 sal derbas nekiriye yê bi navê Receb Salih jî wiha got: "Wîsam hevalê min ê nêz bû." Lê ji ber ku Receb Salih tiştekî li ser mirinê nizane, ji wî ye Wîsam çûye cihekî û dê di demeke nêz de vegere û dîsa bi wî re bilîze.

Yek ji rêbazên sekna li hember seqema zivistanê û tunebûna madeyên germkirinê, zarokên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di rojên sayî de li kolanan in da ku xwe germ bikin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça tund a Firqeya 4′an a hikumeta Şamê azaran dikişînin û bandorên wê ji zêdetirî mehekê ve diyar bûn. Ji qutbûna kehrebeyê di 27′ê Mijdara 2022′yan heta bi mirina 2 zarokan de.

(fr)

ANHA