​​​​​​​Gelo wê gel dîsa li hemberî hikumeta Şamê rabe?

Çavdêr hişyarî didin ku eger hikumeta Şamê paşguhkirina daxwaz û rewşa jiyanî ya gel dewam bike, dibe ku gel carek din li hember wê serhildanê bike.

​​​​​​​Gelo wê gel dîsa li hemberî hikumeta Şamê rabe?
7 ÇILE, 2023   00:53
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSAMÎL

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de wekî Şam, gundewarên wê, Siwêda, Dera û Hemayê careke din nîşaneyên destpêka tevgera gel a li Sûriyê ya sala 2011ʹan de xuya dibin. Careke din gotinên li dijî rejîma Şamê wekî "Hilweşne rejîm", "Ji girtiyan re azadî" û "Ji zilmê re na" li ser dîwaran tên nîvisandin. Heman demê li gelek herêman xwepêşandan li dijî wê tên lidarxistin.

Ji destpêka sala borî ve, li Siwêdayê hêrseke mezin a gel li hemberî siyasetên ewlehî û aborî yên hikumeta Şamê heye û xwepêşandan tên  lidarxistin. Di 4ʹê Kanûna 2022ʹyan de, xwepêşanderan girtin ser avahiya parêzgehê û wêneyên Beşar El Esed jî qetandin.

Li Derayê jî rojek derbas nabe bêyî ku bûyerên kuştin û sûîqestkirinê rû nedin. Li parêzgehê rewş tevlihev e û piştî tedbîrên hikumeta Şamê yên bi navê "Çareseriyê" rewş aloztir bû. Heman demê hema bêje her hefte barhilgirên madeyên hişbirê li ser sînorê bi Urdinê re tên desteserkirin û torên qaçaxçîtiyên narkotîkê  û bazirganên captonê zêde dibin.

Li aliyekî din jî, buhabûn, rewşa debarê û ya aborî ya xirab azarên welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de kûrtir dibin.

Hefteya borî li bajarên Casim, Mizêrîb, Xebaxib, Senemên, Dail û Til Şihab ên Derayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşanderan banga  hilweşandina rejîmê û serbestberdana girtiyan kirin û dirûşmên wekî "Sûriya azad e.. Esed derkeve" û "Gel dixwaze rejîm hilweşe" berz kirin. Dîmenên van xwepêşanderan,  destpêka serhildana gel a sala 2011ʹan tîne bîra mirov.

Li taxa Meyadîn, bajarê Kiswê û Hecer El Eswed ên Şam jî gotinên li dijî hikumeta Şamê wekî "Hilweşe rejîm", rexneyên ji ber buhabûn û gendeliyê û piştgiriya bi xwepêşandanên li herêmên din li ser dîwaran hatin nîvisandin. Li hemberî vê yekê hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê tedbîrên xwe asê kirin û operasyonên girtinê dan destpêkirin.

Li parêzgeha Hemayê jî, bi taybet li taxa başûrê Stadê heman axaftin li ser dîwaran hatin xêzkirin. Ji ber vê yekê hêzên hikumetê bi awayekî zêde li taxê belav bûn, gotinên li ser dîwaran bi boyaxê rakirin û dest bi operasyonên kontrokirin û girtinê kirin.

Çavdêr hişyarî didin ku heger hikumeta Şamê guh nede daxwazên gel û rewşa debarê baş neke dibe ku di demeke nêzîk de tevliheviyeke mezin çêbibe ku encamên gelek xirab bi xwe re bîne.

Pispor û aborînasan rewşa debarê ya li herêmên hikumeta Şamê bi ya herî xirab wesif dikin, nemaze piştî ku ji sedî 93 welat di rewşa xizantiyê de dijîn û xema wan a yekemîn pariya nan peyda bidin.

Li gel vê rewşê, wezareta hundirin û parastina mizexiran a hikumeta Şamê dawiya 2022ʹyan, buhayê lîtreyeke benzîna oktan 90 kir 3 hezar lîreyên Sûriyê, buhayê lîtreyeke benzîna oktan 90 a baştir kir 4 hezar û 900 lîtreyan, ya oktan 95 kir 5 hezar û 300 lîreyan.

Di encama vê yekê de ev made kêm bûn, tevgera li bazara reş çalak bû û xezîneya bazarên şer û kesybazan xurtir bûn. Li sûkên reş buhayê tupeke gazê bi 200 hezar lîreyan tê firotin, buhayê lîtreyeke mazot bi derdora 12 hezar lîreyan û lîtreyeke benzîn bi derdora 20 hezar lîreyan tê firotin.

Li Şamê, buhayê hin madeyan ji sedî 30 bilind bû. Buhayê kîloyeke şekir bi 7 hezar lîreyan e, kîloya çayê bi 70 hezar lîreyan, 4 lître zeyt bi 72 hezar lîreyan, kîleya savar bi 7 hezar û 500 lîreyan e û buhayê kîleya goşt bi 50 hezar lîreyan e.

Li gorî lêkolîna ku malpera Kassion di dawiya 2022ʹyan de amade kiriye, lêçûna navîn a malbateke Sûrî nêzîkî 4 mîlyon û 12 hezar û 178 lîreyên Sûrî ye. Ev tê wê wateyê ku lêçûn di sê mehên dawîn ên sala borî de gihişt ji sedî 12,2. Ev yek ji hêza kirîna welatiyan zêdetir e, ku ji 120 hezar lîreyên Sûrî, anku nêzîkî 18 dolarên Amerîkî derbas dike.

Ji ber van aloziyan, welatiyan li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de xwe dispêrên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê, Li herêmên Rêveberiya Xweser ji bilî rewşa ewlehiyê, buhayê madeyan kêmtirî yên li herêmên din e. Li herêmên Rêveberiya Xweser buhayê lîtreyeke mazotê ya bi rêya kartan bi 400 lîreyên Sûrî ye, lîtreyeke benzîn bi 250 lîreyan, buhayê dagirtina tupeke gazê bi 8 hezar lîreyan e. Her wiha buhayê kîloyeke şekir bi 5 hezar û 500 lîreyan, kîloyeke çayê bi 50 hezarî ye. Buhayê 4 lîtreyên zeytê bi 43 lîre ye û kîloyeke savar bi 5 hezar û 500 lîreyan e.

Asim El Şamî ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe yê rast eşkere nekir, ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê hatiye herêmên Rêveberiya Xweser. Asim El Şamî dibêje, "Ji bilî rewşa aborî, niştecihên Şamê dixwazin li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn, ji ber ku ewlehî û aramî heye. Li vir em jiyanê hîs dikin û ewlehiya li vir li wir tune ye. Li wir tu nizanî di kijan kêliyê de  biavêjin ser mala te û te sewqî girtîgehê bikin, bêyî ku tu bizanibî te çi sûc kiriye."

Li gorî texmînên abornasan, dibe ku aloziya debarê ya li herêmên hikumeta Şamê herî kêm 10 salên din dewam bike. Ji ber ku hikumeta Şamê di zihniyeta xwe ya berê de israr dike û çareseriyeke rasteqîn ji bo aloziyê paşguh dike. Hinek din jî dipirsin gelo wê gotinên li ser dîwaran serhildaneke nû li hemberî hikumeta Şamê bi xwe re bîne?

ANHA