Li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dengê berxwedanê

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî zextên dewleta Tirk a faşîst, girtiyên azadiyê bi grevên birçîbûnê dengê berxwedanê bilind dikin. Girtiyek ji Rojava ku bi malbata xwe re axivî, got; “Nikarin îradeya me bişikînin”.

Li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dengê berxwedanê
7 ÇILE, 2023   04:33
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Yek ji rêbazên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gel, bawerî, çand û jinan bikar tîne jî, îşkence û girtin e. Kesên ku desthilatê rexne dikin û li  dijî wê derdikeve, tê kuştin, girtin an jî îşkence li wan tê kirin. Ji rojnemevan, siyasetmedar, hunermend, azadîxwaz, bijîşkan heta  karkeran bi deh hezaran kes niha di girtîgehên dewleta Tirk de ne.

Kesên tên girtin bi îdiayên cuda, bi cezayên girtîgehê yên heta muebetê tên cezakirin. Lê dewleta Tirk bi girtin û cezakirinê jî qayil nabe, îşkence li girtîgehan dike, nexweşan derman nake û yên ku cezayên wan xilas bûne jî bernade.

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2022’yan de girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê veguherîne “Malên mirinê”, di girtîgehan de bi giştî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Ji wana jî rewşa 651’an giran e. Di 2022`yan de kêmanî 76 girtî ji ber binpêkirinên mafan û îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Ji van 22 girtî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Di nava girtiyan de gelek rojnamevan jî hene. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firatê (DFG), tenê di sala 2022’yan de 25 rojnameger hatin girtin û 87 rojnamegeran jî sala 2023`yan di girtîgehan de pêşwazî kir.

LI DIJÎ ZEXTAN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Li girtîgehên ku rojane binpêkirin û zext zêdetir dibin, girtî jî bi rêbazên cuda li ber xwe didin. Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) di nûçeyek têkildarî mijarê de diyar kir ku ji ber binpêkirinên li dijî girtiyan, li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên bi navê Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê, Girtîgeha Jinan a Amedê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Tîpa L a Kiriklarê û Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê, girtiyan di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê yên 2022’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. 

Greva li Girtîgeha Ereglî ya ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû destpêkirin, di 16ʹê Mijdara 2022’yan  de veguherîbû çalakiya bêdem û bêdorveger.

Herî dawî di 3`yê Çileya 2023’yan de 6 girtiyên di girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a AfyonKarahîsarê li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatên  girtiyên bi navê Cumalî Yildirim û Harûn Paçal bi zarokên xwe re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê jî li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û banga bihîstiyariyê kir.

Li Girtîgeha Jinan a Şakran jî 3’yê Çileya 2023’yan girtiyan ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kir.

PÊKUTÎ DIDOMIN

Li aliyê din îşkence û pêkutiyên dewletê didomin. Birayê girtiyê bi navê Remezan Karataş ku ev 30 sal in girtî ye, Enwer Karataş ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku birayî wî bi darê zorê birine Girtîgeha Eregliyê û niha di hucreya yek kesî de radigirin. Karataş anî ziman ku birayê wî di nava girtiyên edlî de bi tundiya derûnî re rû bi rû maye û wî jî li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Parêzerên şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) yên Mêrsînê ku 22-26`ê Kanûna 2022`yan çûbûn Girtîgeha Eregliyê, bi raporekê diyar kirin ku girtî di greva birçîbûnê ya bêdem de ne, lê daxwazên wan ên vîtamîna B12, rojname û pirtûkan nayên bicihanîn.

GIRTIYÊN JI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Di girîtgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bi dehan welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê jî hene û bi heman pêkutiyan re rû bi rû dimînin, yên ku cezayên wan temam bûne nayên berdan. 

Yek ji van girtiyan  Ridwan Nesrî Silêman ê 63 salî ye. Ridwan Silêman 17`ê Îlona 1991`an ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Li gorî yasayan, yên ev ceza lê tê birîn, piştî 30 salan tên berdan. Cezayê Silêman jî di 5`ê Îlona 2021`an de bi dawî bûye, lê li şûna ku serbest were berdan, dewleta Tirk bêyî ku darizandinek hebe, 6 mehên din ceza lê birî. Paşê li zindana bajarê Afyonê wî xistin hucreya yek kesî.

Birayê Ridwan Silêman, Tewfîq Silêman ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ku piştî hucreya yek kesî salek din ceza li birayê wî hatiye birîn. Tewfîq Silêman anî ziman ku divyabû 5`ê Îlona 2022`yan birayê wî hatiba berdan, lê rayedaran ji Ridwan re gotine hucre Adarê dest pê kiriye, divê ceza ji Adara 2022’yan bê hesibandin. Li gorî vê yekê divê Ridwan Adara 2023’yan were berdan, lê li gorî agahiyên Tewfîq dane, cezayê li birayê wî hatiye birin mehek din hat dirêjkirin û  gotine ku dê meha Nîsanê were berdan.

Tewfîq Silêman destnîşan kir ku birayê wî bi rêya telefonê ev agahiya dawîn bi wan re parve kiriye û gotiye ku ew dijî tu zextan serî natewînin. 

ANHA