ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2023ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2023ʹYAN
6 ÇILE, 2023   23:00

Bi boneya salvegera 10’emîn  komkujiya Parîsê ya ku hersê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin, Kongra Star a navçeya Tirbepsiyê semînerekê li nivîsgeha PYDʹê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 10ʹemîn a komkujiya Parîsê, Kongra Star a navçeya Dêrikê semînerekê li navenda Dîcle ya Çand û Hunerê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a navçeya Şedadê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê semînerekê li hola meclisa navçeyê organize dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Kobanê jî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê Yekitiya Jinên Ciwan meşekê bi meşeleyan li dar dixe, saet 15:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Êriş Berxbatan li Goristana Şehîd Dicle dispêrin axê, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên El Bokemal Selah El Selman ji ber nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya bi navbeynkariya Rûsyayê hişyar da ku dê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevalên zarokê bi navê Wîsam Sîdo yê ku ji ber bandorên dorpêça hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dabû bi fikar in ku aqûbeta wan jî wekî ya Wîsam be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi dorpêçê vîna gel û morala wî bişikîne û bang li aliyên têkildarî û saziyên navneteweyî kir ku dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Birahîm û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf şehîdên her du komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û ji Fransayê xwest berpirsan derxe holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de rewşa debarê û hilweşîna aborî her du diçe aloztir dibin. Çavdêr hişyarî didin ku eger hikumeta Şamê guh nede daxwazên gel û aloziyên heyî çareser neke dibe ku serhildaneke nû li hemberî wê  rabe.

- Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî zextên dewleta Tirk a faşîst, girtiyên azadiyê bi grevên birçîbûnê dengê berxwedanê bilind dikin. Girtiyek ji Rojava ku bi malbata xwe re axivî, got; “Nikarin îradeya me bişikînin”.

ANHA