​​​​​​​Li Serêkaniyê 2 kes hatin kuştin

Li Serêkaniyê ya dagirkirî, li gel tevliheviya ewlehî ya li bajêr, di çend saetan de 2 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li Serêkaniyê 2 kes hatin kuştin
6 ÇILE, 2023   08:25
HESEKÊ

Çavkaniyên herêmî ji Serêkaniyê da zanîn ku kesê bi navê Ezam Enwer Çawîş ê Çeçen, duh li Serêkaniyê bi destê xizmekî xwe li gundê Sefeh ê Serêkaniyê hate kuştin. Agahî hene ku çeteyan kujer girtiye.

Her wiha çavkaniyên din da zanîn ku komeke nenas duh kesekî iraqî yê bi navê Îsmaîl Îsmaîl (Ebû Muslim El Iraqî) ku berpirsê malbatên iraqî yên li Serêkaniyê yê dagirkerî ye, li gundê Eyn Hîsan ê bajêr kuştiye.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiya 2019′an de Serêkaniyê dagir kir, ev sûc pêk tên.

(fr)

ANHA