​​​​​​​Polîsên Tirk li Mêrsînê 8 kes destgîr kirin

Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê polîsên Tirk di operasyona qirkirina siyasî de 8 kes destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk li Mêrsînê 8 kes destgîr kirin
6 ÇILE, 2023   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mêrsînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de vê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girt.

Polîsên Tirk bi îdîaya "amadekariya çalakiyê" avêt ser malan û deriyên malan şikandin. Di serdegirtinan de alavên li malan ji hev hatin belavkirin.

Polîsan Cafer Adsay, Agît Adsoy, Hamdûllah Ozen û Mehmet Fatîh Ûçankûş jî di nav de, 8 kes destgir kirin û birin Gerînendetiya Emniyetê ya Mêrsînê.