Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya şehîd Hela Serêkaniyê

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê sersaxî da malbata şervana YPJ`ê Ebîr Fayiz Hemîd (Hele Serêkaniyê) ku di destpêka Çileyê de şehîd bibû.

Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya şehîd Hela Serêkaniyê
5 ÇILE, 2023   13:02
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Ebîr Fayiz Hemîd (Hela Serêkaniyê) li pêşiya mala wê ya li Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê danî. Endamên sazî, meclisên sivîl û leşkerî û saziyên li her du Kampên Serêkaniyê û Waşûkanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Xezalê Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û anî ziman ku ew ê li hember wê yekê têkoşînê bilind bikin.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Şerîf jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Şerîf soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeyek demokratîk, fedral û azad da.

Endama Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Amne Ehmed jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Hele ya di oxira azadiya jinan û parastina gelên herêmê de.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(cx)

ANHA